Nasnameya 9 gerîlayên HPG/YJA Starê hate eşkerekirin

HPG'ê nasnameya 9 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Wan, li dijî êrîşên faşîst mêtînger, sond xwarin nirxên gelê Kurdistanê biparêzin û bi fedakarî, biryardarî, bawerî û dilsoziyê tevlî karwanê şehîdan bûn."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya gerîlayên di meha Îlonê de li Şemzînanê jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir. Daxuyaniya li ser mijarê bi vî rengî ye:

"Artêşa TC di meha Îlonê de li qada Şemzînanê gelek caran derket operasyonê. Agahiyên berfireh ên li ser van operasyonan hatibû dayîn û hatibû ragihandin ku lı d, pğerasupmêm 8-10 û 23'ê Îlonê yên li mintiqeya Herkî, girê Guvenlîkê û Dola mehendê de komek ji gerîlayên me şehîd bûne. Roja 8'ê Îlonê 2 gerîlayên me, 10'ê Îlonê 4 û 23'ê Îlonê jî 3 gerîlayên me şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameyên gerîlayên me yên şehîd bûne, ji ber şert û mercên neyînî em niha dikarin eşkere bikin.

Hevalên Bilican (Fazil Kanat), Engîn (Ferhat Şalvan), Karker (Hamît Kiye), Nûda (Berfîn Yaşa), Nûda (Gulderen Salman), Nûrhak (Îzzettîn Tûran), Rojava (Nahîde Çîçek), Ronî (Bahar Al) û roza (Leyla Boran) ên di demên cuda de tevlî nava refên têkoşîna me bûn, bêdengiya li pêşberî faşîzma li Kurdistanê weke dûrketina ji nirxên mirovahiyê dîtin û tevlî nava refên gerîla bûn.

Wan, li dijî êrîşên faşîst mêtînger, sond xwarin nirxên gelê Kurdistanê biparêzin û bi fedakarî, biryardarî, bawerî û dilsoziyê tevlî karwanê şehîdan bûn.

Hevalên me yên şehîd bûn:

Nasnav: Bilîcan Dilgeş
Nav paşnav: Fazil Kanat
Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Nazîme-Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 8-23'ê Îlona 2016 / Şemzînan - Colemêrg

Nasnav: Engîn Ozgur
Nav paşnav: Ferhat Şalvan
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Hacer-Fîkrî
Dem û cihê şehadetê: 8-23'ê Îlona 2016 / Şemzînan - Colemêrg

Nasnav: Karker Masîro
Nav paşnav: Hamît Kiye
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Fatma-Rasîm
Dem û cihê şehadetê: 8-23'ê Îlona 2016 / Şemzînan - Colemêrg

Nasnav: Nûda Delîla
Nav paşnav: Berfîn Yaşa
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Sahîle-Eşref
Dem û cihê şehadetê: 8-23'ê Îlona 2016 / Şemzînan - Colemêrg

Nasnav: Nûda Welat
Nav paşnav: Gulderen Salman
Cihê ji dayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Fatîme-Kazim
Dem û cihê şehadetê: 8-23'ê Îlona 2016 / Şemzînan - Colemêrg

Nasnav: Nûrhak Çiya
Nav paşnav: Îzzettîn Tûran
Cihê ji dayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Pakîze-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 8-23'ê Îlona 2016 / Şemzînan - Colemêrg

Nasnav: Rojava Ezdînan
Nav paşnav: Nahîde Çîçek
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Zahîde Kadîr
Dem û cihê şehadetê: 8-23'ê Îlona 2016 / Şemzînan - Colemêrg

Nasnav: Ronî Têkoşîn
Nav paşnav: Bahar Al
Cihê ji dayikbûnê: Stenbol
Dayik-Bav: Zubeyde-Servet
Dem û cihê şehadetê: 8-23'ê Îlona 2016 / Şemzînan - Colemêrg

Nasnav: Roza Serhat
Nav paşnav: Leyla Boran
Cihê ji dayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Zahîde-Hasan
Dem û cihê şehadetê: 8-23'ê Îlona 2016 / Şemzînan - Colemêrg"