Cenazeyê Uçoş a hat înfazkirin, hat rakirin

Cenazeyê Sabîha Uçoş a li Rezanê ji aliyê polîsên Tirk ve hat înfazkrin, ji aliyê malbatê ve hate rakirin.

Li kolana Karanfîl a taxa Bagcilar a navçeya Rezan a Amedê, polîsên Tirk roja 22'ê Mijdarê ji wesayîteke sivîl gule li Sabîha Uçoş (Evîn) reşandin û ew kuştin. Cenazeyên Uçoş rakirin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Encama testa DNA ya li vir qediya.

Tevî ku malbatê berî çend rojan cenaze teşxîs kir jî, bi rojan li benda encama testa DNA hate hiştin.

Piştî eşkerebûna encama testa DNA, malbatê cenaze rakir û ji bo veşartinê berê xwe da navenda Wanê.