Endamê Komîteya Navendî a PKK'ê Mûzaffer Ayata, mijara El Babê, êrîşa balafirên şer ên hêzên rejîma Sûriyeyê li dijî leşkerên Tirk û polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê ji ANF'ê re nirxand.
Ayata sedem û armanca hebûna hêzên derve li Sûriyeyê nirxand û got, "Rûsya kete nava Sûriyeyê. Ji ber ku ji bilî Sûriyeyê devereke ku Rûsya xwe li Rojhilata Navîn bispêre nema. Eger Sûriyeyê winda bike, wê hemû têkiliyên xwe yên li herêmê qut bibe. Amerîka jî, eger DAIŞ'ê qels neke bandora xwe namîne. Ji ber van hevsengiyan, herêm ket rewşeke welê ku dewletek an jî hêzek bi tena serê xwe nikare çareser bike. Bendewariyên Tirkiyeyê jî bi cih nehatin. Kurdan li ber xwe dan. Kobanê neket, çiyayê Kizwanan bi dest xistin, Til Ebyad bi dest xistin. Xwe gihandin nêzî Efrînê. Minbic bi dest xistin. Kurd niha dixwazin xwe bigihînin Efrînê û Federaysona Bakurê Sûriyeyê yanî alternatîfeke demokratîk ji bo Sûriyeyê li ser bingeha tifaqa demokratîk a bi gelên Suryanî, Ermenî, Ereb û Elewî re ava bike. Zemîneke bi vî rengî bi dest xistin."
Ayata bal kişand ser daxuyanî û gefên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku xwe li Yekîtiya Ewropayê radikişîne û yekîtiya Şangayê weke gefekê bi kar tîne û anî ziman, ku bi vê yekê re dibêjin, 'Tirkiye ancax li derve dikare bê parastin'. Ayata ev nirxandin kir: "Yanî dibêjin; 'Em êrîşî Sûriyeyê bikin, pêşî li avabûna sîstema Kurdan bigirin. Em êrîşî Iraqê bikin û nehêlin însiyatîfa kurd xurtir bibe, naxwe ji PKK'ê tê ku Rojava, Şengalê û Bakur bigihîne hev. Tifaqeke Kurd dibe ku pêk were'. Li şûna vê yekê, hewl da hin Kurdan ber bi aliyê xwe ve bikişînin û yên li dijî xwe bieciqîne. Li ser vê bingehê da nava Sûriyeyê. Rûsyayê jî tawîzên mezin da. Peymana li ser lûleya gazê îmze kirin. Berê îmze nedikirin. Bêyî destûra Rûsya û Amerîkayê nikaribû biketa nava Sûriyeyê. Die ncama bazarî û dayîna tawîzên mezin de ket nava Sûiryeyê û hewl dide xeta Cerablûsê di destê xwe de bigire. Wê hem rêya Heleb-DAIŞ'ê vekirî bihişta, hem jî pêşî li tinekirina DAIŞ'ê bigirta. DAIŞ jî dema ku tengav bie wê kincê xwe, navê xwe biguherta û tevlî wan bibûya. Lê belê Tirkiyeyê qîma xwe bi vê nanîne. Hewl da navbera kantonên Rojav kûrtir bike, komên bi pere yên li dora xwe civandiye, komên çete li wir bi cih bike û bi bidestxistina Minbicê re di ser Heleb-Reqayê re bi Amerîkayê re bazariyeke mezin bike. Got, 'Ya ez ya jî PYD'. Tirkiye dibêje 'Ez dewleteke mezin a tifaqekê me. Tu çima bi rêxistinekê re dixebite'."
EWROPAYÊ QERTA SOR NÎŞANÎ ERDOGAN DA
Ayata destnîşan kir, ku sicîla Tirkiyeyê xerabe ye û got: "Cîhana rojava, Rûs bi vê dizanin." Der barê gefa Tirkiyeyê ya Minbicê Ayata got, "Tirkiye dibêje, ez ê Minbicê jî bi dest bixin. Kurdan li Minbicê bi sedan şehîd û birîndar dan. Ev ji bo pêşkêşî Tirkiyeyê were kirin, nehatiye dayîn. Cerablûs bi hêsanî bi dest xistin, ji ber ku li wir şer nekirin. DAIŞ'ê ji Tirkiyeyê re hişt. Niha dibêje 'Ez ê Babê bi dest bixim, plana xwe bi cih bînim, guh nadim Amerîkayê'. Piştî ku helwesteke bi vî rengî hat nîşandan, ji Tirkiyeyê re gotin 'Bisekine, zêdegaviyê neke, li gorî lihevkirinê tevbigere'. Ji ber ku bi Ewropayê re jî heman tişt kir.
Ayata, girtina parlamenteran, desteserkirina şaredariyan û girtina saziyên çapemeniyê yên mûxalîf bibîr xist û got, "Dema Ewropayê rexne li vê rewşê kir, Erdogan rabû heqaret li Ewropayê kir û gef lê xwar. Ewropayê jî li ser vê yekê qerta sor nîşanî Erdogan da. Danûstandinên ji bo endametiyê hatin sekinandin. Prensîbên Ewropayê hene, krîterên Kopenhagenê hene. Tirkiye welateke ku serî li Yekîtiya Ewropayê daye, Lewma qet nebe divê li rexneyan vekirî be. Ewropa ji xwe bi helwesteke mezin a oportonîst tevgeriya. Gelek tawîz da Tirkiyeyê. Li dijî dijberiya Tirkiyeyê ya li nirxên demokratîk, helwesteke şênber nîşan neda. Lê belê di rewşa heyî de mesajek dan."
POLÎTÎKAYA TIRKIYEYÊ YA LI SER BINGEHA DIJMINATIYA LI KURDAN TÊ MEŞANDIN, LI ROJHILATA NAVÎN BI KÊR NAYÊ
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata ragihand, têkilî û peymanên Tirkiyeyê yên bi Rûsya yan jî Amerîkayê re mayînde nîne û got, "Bi giranî li ser aboriyê ye. Lê belê Erdogan aboriya li Tirkiyeyê jî nikare demeke dirêj li ser piyan bigire, nikare sererast bike. Piştî ku balafira Rûsyayê hat xistin, Tirkiyeyê di ser Qirimê re heqaret li Rûsya û Ewropayê kir. Pirsgirêk, zor û zehmetiyên li Rûsyayê, li dij wan bi kar anî. Polîtîkaya Tirkiyeyê ya gelekî pragmatîst û li hev nayê, ku li ser dijminatiya li Kurdan dimeşîne, li Rojhilata Navîn bi kêr nayê. Mesela, dema Îran û Orkodoks li ber hev rabûbûn, Çavûşoglû yekser çû Tehranê. Ji bo li Sûriye û Iraqê li dijî Kurdan bi hev re tevbigerin û pêşî li destketiyên Kurdan bigirin."
Ayata da xuyakirin, ku girseyên bindest ên li Tirkiyeyê ku hatine tirsandin û bêdengkirin, êdî bi polîtîkayeke bi vî rengî nikare demeke dirêj werin birêvebirin û got, "Ev ê biteqin. Yanî polîtîka û tifaqên xwe yên derve şematok in, di zikhev de ne û ne cihê baweriyê ne."
BI LÊDANA BI BALAFIRAN, JI ALIYÊ LEŞKERÎ VE MESAJEK DAN
Li ser êrîşa hewayî ya hêzên rejîma Sûriyeyê li dijî leşkerên Tirk ên li dora Babê, Ayata ev nirxandin kir: "Tirkiyeyê li wir hin zêdegavî kir. Berê li ser ketina Cerablûsê li hev kiribûn, lê di hin mijaran de zêdegavî kir. Di destpêkê de gotin Cerablûs. Lê piştre dîtin ku Hêzên Demokratîk ên Bakurê Sûriyeyê Minbic bi dest xistin û berê xwe dane Efrînê, ku DAIŞ nikare li ber wan bisekine. Tirkiyeyê jî hin tawîz da û bi lez û bez ket nava Cerablûsê. Ji bo pêşî li Kurdan bigire, ev yek kir. Piştre got, em ê Babê bi dest bixin û hişyariyên ji bo bidestxistina Minbicê da. Amerîkiyan gotin, ew desteka hewayî nadin wan. Gotin Minbic ji aliyê hêzên demokratîk ên Sûriyeyê ve hatiye valakirin. Yanî xwestin çareseriyeke bêyî şer peyda bikin. Hêzên Kurd xwe vekişandin rojhilatê Firatê. Tirkiyeyê qîma xwe bi vê nanî. Dixwaze li Sûriyeyê bibe hêzeke bi bandor û ji xwe re herêmekê bafirîne. Dema rewş ber bi vî alî ve çû, bi balafiran li Tirkiyeyê dan û bi vî awayî ji aliyê leşkerî ve mesajek dan. Ji ber ku ji zimanê dîplomatîk û siyasî fêhm nekir, bi zimanekî din bersiv dan. Derket holê ku ti cidiyeta mûxalefeta Sûriyeyê, artêşa azad a Sûriyeyê nîne. Tirkiye bi tank û topên xwe da nava Sûriyeyê. Leşkerên Tirk şer dikin û operasyoneke giran a dagirkeriyê niha heye. Ev rewş wê ji bo pêvajoya demdirêj, Sûriyeyê aciz bike. Tirkiye dibêje; 'Ez li dijî rejîmê nînim, min çav bernedaye axê. Ez li dijî Kurdan li vir im. Ez ê sibê dest ji vir berdim'. Lê belê dîrok û pratîka herêmê nîşan dide ku Tirkiye bi hêsanî jê dernakeve. Heta ku baş tevlîhev neke û li hêzên rejîmê neke jehr û ziqûm, dernakeve."
JI TIRKIYEYÊ BAWER NEKIRIN
Ayata da zanîn, ku hêzeke ji rêzê ya herêmî nekarî vê bike û got, "Tiriyeyê artêşa xwe xistiye nava şer. Rejîma Sûriyeyê ewqasî xurt nîne ku yekser şerekî li dijî Tirkiyeyê bide ber xwe. Eger Rûsya li pişt nebûya, ev nedibû. Xuya ye Amerîka jî ev yek erê kiriye. Ji ber ku guh nade Amerîkayê jî. Amerîkayê di mijara Reqayê de bi Kurdan re tifaq kir. Herî dawî zela bû, ku ji Tirkiyeyê bawer nake. Tirk li dijî DAIŞ'ê şer nakin. Şerê li dijî DAIŞ'ê sist dike û demê dide DAIŞ'ê. Li Mûsilê dor li DAIŞ'ê hatiey girtin, li Reqayê dor lê tê girtin. Eger li her du aliyan têk biçe, wê li Rojhilata Navîn giraniya DAIŞ'ê nemîne. Lewma wê qertek di desê Tirkiyeyê de nemîne ku karibe bi kar bîne.