Li madena Xizxêrê xebatên lêgerînê ji aliyê karkeran ve tên kirin
Yek ji govanê madena Xizxêrê karker M.A diyar kir xebatên lêgerînê ji hêla dildaran ve tê kirin. M.A got, li qadê ronîkirin nîn e, ji ber vê jî wan qet hezan nedîtine.
Yek ji govanê madena Xizxêrê karker M.A diyar kir xebatên lêgerînê ji hêla dildaran ve tê kirin. M.A got, li qadê ronîkirin nîn e, ji ber vê jî wan qet hezan nedîtine.
17’ê Mijdarê li gundê Madenê yê navçeya Xizxêr a Sêrtê çiya şeqitî bû û di encamê de 16 kes di bin de mabûn. 4 karker hê jî di bin erdê de ne.
Di ocaxa madenê de ya girêdayî Cînger Holdîng de ji bo xilaskirina karkerên di bin hezanê de mayin, lêgerîn û xilaskirina karkeran di dema krîtîk de dest pê nekir.
Li madena ku şert û mercên ewle yên xebatê nîn bûn, derkete holê ku kontrola hewce nehatiye kirin. Di bin vê komkujiyê de jî dîsa hilberîna zêde û hêrsa kar heye.
Li qada madanê ti ronîkirin nîn e. Kontrol bi giştî serserkî ne û xebatkarên têrkar nîn in. Piraniya ajokarên ku dixebitin ne xwedî belgeya SRC’yê ne.
Li madenê ku ewlekariya kar tenê li ser kaxezê ye, karker perwerdehiya hewce ya kar nabînin. Dema ku dest bik ar dikin, formekê bi karkeran didin îmzekirin ku wan perwerde dîtiye.
Mezinbûna qûça şevê û bilindbûna neqebê, rûber maleta kolana kêm dikin. Ji bo kêmkirina malîyetê qûça şevê û bilindbûna neeqeban li derveyî standartan hatine hiştin.
Li madenê karkerê bi navê M.A şert û merc ji ANF’ê re vegot.
Karkerê bi navê M.A ê 44 salî ku ev 4 sal in li madenê dixebitin, diyar kir ku ew weke ajokar dixebtie û bi berdewamî, ‘’ez bi taşeronî dixebitim. Rojê 10 saetan em li vir dixebitin. Şertên me pir giran in. Çûn û hatine me ya kar 2 saetan didome. Rojê 12 saetên me li vir derbas dfibin. Dema ku em diçin malê em şîv dixwîn radizin. Em nikarin bêhna xwe jî berdin. Carinan bi rojan em nikarin zarokên xwe jî bibînin. Xwarin nayê xwarin, şertên me pir giran in lê em ji neçarî dixebitin. Heke karekî dî hebûya, şertên wê baştir bûye yek kêliyê jî li vir nedimam.’’
M.A diyar kir çi kesê ku li vir dixebit mirin aniye ber çavê xwe, gelek caran bêyî ku zarok pê derbixin, xatirê ji wan dixwazin û got, ‘’li malê ez wan maç dikim û derdikevim, dibêm belkî ez careke dî wan nabînim. Li vir karkerên têrkar pir kêm in. Çi kesê ku ehliyeta wî heye dixebitin. Emniyeta ewlekariya jiyanê tine ye. Ên ku bi qadro dixebitin dîsa xweyî rewşeke baş in, lê halê me ne yê însana ye. Ji bo em biçin tiwaletê jî destûrê dixwazin. Her roj me kontrol dikin. Hesap dipirsin û dibêjin çima hindik we kar kiriye. Azaweriya wan a kar dibe sedema mirina me.’’
‘ME NDÎT KU HEZAN JÎ ÇÊBÛ’
M.A diyar kir, roja ku hezan çêbûye ew li bendê bû ku axê bikişîne, û ji ber sedema ku qada xebatê pir tariye, wan tiştek nedîtine û got, ‘’yek ronkahî jî nÎn e li devera ku em lê dixebitin. Lİ kamyonê min li muzîkê guhdarî dikir. Carekê min hew dît ku du ronkahî li hev diqulibin. Min got belkî qemyon diqulibe,ez daketim lê dîsa jî tiştek nedihate fêhmkirin. Ev der pir tarî ye, em ronkahiya kamyonan bi kar tînin. Hewce nabînini ku vir ronak jî bikin. Piştre me fêhm kir ku hezan çêbûye. Piştre ji şantîyeyê hatin û dema ku bi şewqa xurt nerîn, rewş hate fêmkirin. Piştre me dest bi xebatên xilaskirinê kir lê bi me nedibû. Piştre karker û mekîneyên kar hatin. Me bi qeweta xwe hewl da ku bi ser bikevin, lê nebû.’’
AFAD JI BER SEDEMA RÎSKÊ NAXEBITE
M.A diyar kir ku xebatên niha yên xilaskirinê û lêgerîn ji hêla karkeran ve dike û AFAD tenê ji çav re li wir e û ji ber ku xebatên lêgerîn-xilaskirinê bi ‘taloke’ ne tevlî xebatan nabin, ‘’hevalên me bi dildarî dixebitin û hemû rîskan tînin ber çav. AFAD dibêje li herêmê hê jî rîsk heye û tevlî xebatan nabe. Tenê dema ku cenaze derdikevin tên wan dixin erebeyan. Dema ku Kurd bimînin wiha dibe. Êdî em nema dikarin li çiyê jî binerin. Heta ku em hevalê xwe bibînin em ê bixebitin. Kesek nemîne jî em ê xilas bikin.’’