Piştî ku Minbic hate rizgarkirin, vê carê dewleta Tirk bi balafirên xwe yên şer û çeteyên 'Koalîsyona Sûriyeyê' êrîşî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin. Li ser bersiva şervanan, şerekî dijwar li herêmê diqewime. Ev êrîşên li dijî Minbicê di heman demê de tifaqa qirêj a navbera dewleta Tirk, çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê û çeteyên DAIŞ'ê radixst pêş çavan, ku hemû bi hev re êrîşî şervanan dikin.
Gundên Oseclî, Yilanli, Kavakli, Ûlaşl, Sebweran, Şêx Nasir ên bi qasî 20 kîlometreyan li rojavayê Minbicê ye û bajarokê Arîma yê bi qasî 24-29 kîlometreyan li rojavayê bajêr e, ev 2 hefte ne dibin hedefa êrîşên dewleta Tirk, çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê û DAIŞ'ê.
Dewleta Tirk jî bi balafirên şer, obus, tank, fuze û leşkerên xwe êrîşî şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dikin.
HEDEF BAB Û MINBIC E
Dewleta Tirk tevî komên xwe yên çete dixwaze, dagirkeriya li Cerablûs û bajarokê El Raî da destpêkirin, gaveke din bi pêş ve bibe. Hedef bajarên Şehbayê Bab û Minbic e.
Dewleta Tirk û komên wê yên çete, bi vê armancê bi balafirên şer, obus, fuze, hawan û tankan bombeyan li gelek gund, gundikan dibarînin.
Bîlançoya du hefteyên derbasbûyî yên vî şerî nîşan dide, ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê derbên giran li dewleta Tirk û çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê xistine. Tevî êrîşa bi balafirên şer jî, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê heta niha bi gavekê jî ji berxwedanê venegeriyane.
Çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê ji ber vê rewşa têkçûyî, ji bo jiyana xwe rizgar bikin ya teslîmî şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dibin, yan jî mîna ku di van mehên dawî de gelekî tê kirin, kincên xwe yên leşkerî ji xwe dikin, xwe dikin sivîl û direvin.
'HÊZA KU KARIBIN ŞER BIKIN NEMA YE'
Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mistefa Minbicê li ser vê rewşa çeteyan û dewleta Tirk wiha axivî: "Hêza dewleta Tirk û çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê nema ye ku ji hewa û bejahiyê ve şer qezenç bike. Hêza wan ma be jî, heta ku bi tankan di ser cenazeyên me re derbas nebin, wê nikaribin bi pêş ve biçin."
Piştî ku Minbicê berî 3 salan ji aliyê çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê ve radestî çeteyên DAIŞ'ê hate kirin, gelê Minbicê hawara xwe gihand meclîsa Leşkerî ya Minbicê û meclîsê jî tevî desteka hêzên QSD'ê bajar ji çeteyan paqij kir.
Tevî ku Fermandariya Giştî ya YPG'ê çend caran ragihand ku wan hêzên xwe ji Minbicê vekişandine jî dewleta Tirk her carê hêzên YPG/YPJ û QSD'ê ji xwe re dike bahane û ji hewa û erdê ve êrîşî şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên li bakurê bajêr dike.
GELÊ MINBICÊ: EM DEWLETA TIRK NAXWAZIN
Em vê rewşê ji şêniyên Minbicê dipirsin û vê bersivê digirin: "Dewleta Tirk di dema pêwîst de em neparast û radestî çeteyan kir. Lewma em naxwazin li ser axa xwe dewleta Tirk bibînin. Yên ku me diparêze û derfetên jiyana bi hev re ya gelan afirandiye, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ne."
Gelên Kurd, Ereb, Çerkes, Tirkmen, Asûrî û mirovên ji baweriyên cuda yên li Minbicê dijîn, piştî rizgarkirina bajêr, di nava van sê mehên dawî de dibe ku dema herî aram û aştiyane dijîn.
Ji Fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mistafa Minbic da xuyakirin, ku ew hewl didin pêşî li êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê bigirin û got, "Ev şer yekser bandorê li jiyana gel dike. Gelê Minbicê, lîderên eşîran û rûspiyên civakê naxwazin dewleta Tirk û çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê li nava Minbicê bibînin. Gel dixwaze berxwedana li dijî êrîş û dagirkeriyê bê xurtkirin."
'EM Ê BERXWEDANA XWE GEŞ BIKIN'
Fermandar Mistefa Minbic wiha dewam kir: "Tevî ku dewleta Tirk û çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê şer giran dike û êrîşên bi hawan, tank, top û balafiran zêde dikin jî, li ser daxwaza gel em ê berxwedana xwe geş bikin."
Di şerê du hefteyên dawî de, tenê pêr 37 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û bi dehan ji çeteyan kincên leşkerî ji xwe kirin û ji eniya şer reviyan.
BERXWEDAN WÊ ENCAMÊN ŞER BIGUHERÎNE
Bi taybetî, piştî serketina Minbicê, ji danûstandinên dîplomatîk ên dewleta Tirk bi DYA, Rûsya û Îranê re dimeşîne tê fêhmkirin, ku li ser Rojava-Bakurê Sûriyeyê ji hin aliyan ve li hev kirine.
Lê belê divê ev neyê ji bîrkirin; ev şer xwedî karakterekî welê ye, ku dikare hêzên navneteweyî jî bikişîne nava xwe. Ya ku encamên şer biguherîne, xeta berxwedanê ye, ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê heta niha bi vî rengî tevgeriya ne.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku bi gel re bûne yek, heta dawiyê baweriya xwe bi berxwedanê tînin û li ser vê bingehê têkoşîna xwe xurt kirine.