Gerîlayê HPG’ê Çelîk ber bi bêdawîtiyê hat birêkirin
Gerîlayê HPG’ê Mehmet Çelîk ê dema operasyona leşkerî û bombekirina hewayî ya artêşa Tirk de li navçeya Licê ya Amedê jiyana xwe ji dest da, li Goristana Yenîkoyê ber bi bêdawîtiyê hat birêkirin.
Gerîlayê HPG’ê Mehmet Çelîk ê dema operasyona leşkerî û bombekirina hewayî ya artêşa Tirk de li navçeya Licê ya Amedê jiyana xwe ji dest da, li Goristana Yenîkoyê ber bi bêdawîtiyê hat birêkirin.
Malbata Gerîlayê HPG’ê Mehmet Çelîk (Soro Licê) yê ku dema operasyona leşkerî ya 24’ê Mijdarê bi qedexeya li 9 gundên navçeya Licê ya Amedê hatibû îlankirin hat destpêkirin û di bombebarana hewayî de jiyana xwe ji dest da, tevî ku cenaze teşxîs jî kir, mînaka DNA’yê hatibû xwestin. Piştî îro encama DNA’yê diyar bû, malbatê cenazeyê gerîlayê HPG’ê Çelîk ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê wergirt û anîn Goristana Yenîkoyê. Li goristanê ku polîsan dorpêç kiribûn, Çelîk ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. Ji bilî rêveberên MEYA DER, HDP û DBP’ê gelek kes tevlî merasîma cenazeyê bûn. Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê gerîlayê HPG’ê Çelîk bi dirûşmeyan hat veşartin.
Sersaxî wê domahiya 3 rojan li Mala Şînê ya Hûzûrevlerî bê qebûlkirin.
Her wiha, malbatên 5 gerîlayên HPG’ê yên ji bo teşxîskirina cenazeyan hatin Amedê jî, îro piştî îfadeyên li emniyet û dozgeriyê, derbasî morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê bûn. Tevî ku malbatan cenazeyên zarokên xwe teşxîs kirin jî mînakên DNA’yê hatin girtin. Hat gotin ku piştî encamên DNA’yê bên eşkerekirin, wê cenaze bên dayîn.