Cenazeyê gerîlayê TÎKKO Mut hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê TKO/ML-TÎKKO Murat Mut ku li herêma Alîbogaziyê bi 3 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dayî, li Pertaxê hate veşartin.
Cenazeyê gerîlayê TKO/ML-TÎKKO Murat Mut ku li herêma Alîbogaziyê bi 3 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dayî, li Pertaxê hate veşartin.
Yek ji gerîlayê TKP/ML – TÎKKO Murat Mut (Tuncay) ku li herêma Alîbogazi ya Dersîmê di encama bombebaranê û piştre di şerê bi leşkeran de ku derketibûn operasyonê li gel 3 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dayî li Pertaxê hate veşartin. Li Mala Cem a Pertaxê, di merasîma cenaze de li gel gelek kesan wekîlê Dersîmê yê HDP’ê Alîcan Onlu jî amade bû. Di merasîmê de gelek caran dirûşmên wekî, "ji bo yên ku li Dersîmê şer dikin û canê xwe feda dikin hezar silav" û "Azadî li çiyan e li Partîzana ye" hatin berzkirin.
Piştî bicihanîna wecîbeyên olî, cenazeyê Mut birin Goristana Pertaxê. Li vê derê ji şexsê 8 gerîlayan de ku li herêma Alîbogaziyê jiyana xwe ji dest dabûn, deqeyek rêzgirtin çêbû.
Piştî ku cenaze hate veşartin qerefîl li ser gora Mut hatin danîn.