Dema Balûken bi dewletê re hevdîtin dikir, dozger jî li ser kar bû!

Derket holê, delîlên gilînameya li dijî Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, di dema hevdîtina Balûken û Heyeta Îmraliyê bi dewletê re, hatine hevdan.

Dozgeriya Tirk, ji ber axaftinên Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, bi îdîaya sûcê "parçekirina welêt" xwest cezayê girtina heta bi hetayê yê girankirî û 18 sal cezayê girtîgehê bê birîn. Di gilînameyê de eşkere bû, ku dema endamê Heyeta Îmraliyê Balûken di sala 2014'an de di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de bi dewletê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin dikir, 'delîl' ên li dijî wî hatine hevdan.

Gilînameya ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Çewlikê Ahmet Bektaş ve hate amadekirin, ji aliyê 2. Dadgeha Cezayê Giran a Çewlikê ve hate qebûlkirin. Vê dadgehê, bi îdîaya ku beşek ji 'sûc'ên hatine kirin, li Amedê bû û biryara nemeşandina dozê da. Dadgehê doz radestî Dadgeha Cezayê Giran a Amedê kir. Di gilînameya ji 14 rûpelan de, di çarçoveya xebatên siyasî yên navbera salên 2011 û 2015'an de daxuyaniyên çapemeniyê, mîtîng û pîrozbahiyên Newrozê, ku Balûken tevlî bû, weke sûc hatin nîşandan. Balkêş e hevdîtin û nirxandinên Balûken ên di çarçoveya hevdîtinên Îmraliyê de, ku haya dewletê jê hebû kiriye, weke sûc hatin nîşandan.

DOZGER GIRTÎ NE!

Dozgerên ku ji ber axaftinên Balûken ên navbera salên 2011-2012'an de 15 fezleke amade kirin, ji ber endametiya 'FETO' ji kar hatin kirin û hatin girtin. Her wiha fezlekeya ji aliyê dozger û dadgerên 'FETO' ve li ser axaftina Balûken a civînên KCD'ê yên sala 2011'an amade kirin, weke mijara sûc hate nîşandan.

Dozgerê vê lêpirsînê jî mîna her dozgerên gilîname amade kirine, bi vegotina dîroka PKK'ê dest pê kir. Dozgerê lêpirsînê, çalakî, mîtîng û daxuyaniyên çapemeniyê yên navbera salên 2011-2016'an ên Balûken li Amed û Çewlikê lê amade bûn, di gilînameyê de bi cih kir. 

DEMA BALÛKEN BI DEWLETÊ RE HEVDÎTIN DIKIR, DOZGER JÎ LI DIJÎ WÎ 'DELÎL' AMADE DIKIR

Yek ji îdîayên ku Balûken pê tê sûcdarkirin gelekî balkêş e. Dozger dem û cihê sûc eşkere kir û daxuyaniya li ser salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 2014'an a li Çewlikê li gilînameyê bi cih kir. Di van rojên ku daxuyanî hate dayîn de, Balûken li ser daxwaz û agahiya dewletê weke endamekî heyeta HDP'ê diçû Îmraliyê. Dema ku Balûken di navbera heyeta dewletê û Ocalan de diçû û dihat, dozger li pey wî 'delîl' da hev û daxuyaniyên Balûken veguherand fezlekeyê.

DIXWAZE BI CEZAYÊ GIRTINA HETA BI HETAYÊ Û GIRTINA BI 18 SALAN WERE CEZAKIRIN

Dozger di dawiya gilînameyê de îdîa dike ku Balûken "endamê rêxistinê ye", "propaganda rêxistinê dike", endamê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a 'dixwaze welêt parçe bike' ye û tevlî civînên wê bûye. Dozgerê Tirk bi îdîaya "dixwaze welêt parçe bike" û "tevlî meş û xwepêşandanên li dijî qanûnê ye" bi cezayê girtina heta bi hetayê li girtîgehê û 18 sal cezayê girtîgehê were birîn.

Bi qebûlkirina gilînameyê re wê Balûken bê darizandin.