Hevşaredarên Qoserê hatin girtin

Hevşaredarên Qoserê Leyla Salman û Îsmaîl Asî hatin girtin.

Hevşaredarên Qoserê Leyla Salman û Îsmaîl Asî yên ku 25’ê Mijdarê li navçeya Qoser a Mêrdînê hatibûn binçavkirin û Midûrê Daîreya Çandê Salîh Kuday, rêveberên MEYA DER Mehmet Gokdemîr, Halîl Tolgûç îro li dadgehê bi hinceta “endamê rêxistinê ne” hatin girtin.

3 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.