'Bi hurmet û xwedî prensîp bû’

"Te digot qey ji civakên yekemîn ên mirovatiyê hatiye girtin û şandine çiyayan. Hevrê Şoreş mîna di mabedeke ku dest lê neketine de mezin bibû."

Eger ez rojekê bixwazim şehîd bibim
Ez dixwazim mîna Mazlûm û Botan be
Ne di tenhabûnên kor ên Amedê de
Ez dixwazim li zinarên asê û bilind ê Andokê be
Eger ez bixwazim rojekê li welatê xwe şer bikim 
Ez dixwazim mîna Egîd û Mahsûm be
Bi evîna bêdawî ya guleyekê
Ez dixwazim li pêşberî qemika êvarê be
Û heke ez bixwazim rojekê bi welatê xwe ve bême girêdan
Ez dixwazim mîna Kemal Pîr be
Mîna mirov dergistiya xwe hembêz bike
Ez dixwazim bi qasî mirov di oxira wê de bimire 
Eger ez bixwazim rojekê di hucreya xwe de birçî bimînim
Ez dixwazim mîna Doktor Xeyrî û Stêrka Sor Alî be
Ji bo birçîbûna min hukm li ser baweriya min neke
Ez dixwazim dirêj û bi maraton be
Û eger ez bixwazim rojekê di bedena xwe de bişewitim
Dixwazim mîna Ferhad, Eşref, Necmî û Mahmût be
Mîna Sema bi wêrekî
Mîna Fikrî wek mêrxasan
Mîna Zekiye bi rûmet
Mîna Rahşan biryar
Mîna Ronahî û Bêrîvan azad
Ez dixwazim bişewitim 
Li ser sûrên bi heybet ên Amedê
Di ariyên kibrîtê, germahiya dilê 
Çar egîdan û 6 evîndaran de
Ez dixwazim bişewitim di qemika êvareke bi stêrk û hîv de
Û eger ez bixwazim mîna şemaqê 
Li rûyê faşîzmê bikevim
Ez dixwazim mîna Zîlan, Zeynep, Dêrsim û Mûnzûr be
Di qîrîna pitikên di singoyan de cemidîne
Di rondikên dayikan de roniya pitikekê
Dixwazim bibim bombeya ku Zîlan 
Li newqa xwe girê daye
Ji ber azadiya min di wan bombeyan de veşartiye

Divê mirov tenê nebêje Başûrê Kurdistan û derbas nebe. Di dîroka Kurdistanê de cihekî ku timî berxwedan û êş lê rû dane. Xakên ku di dîrokê de wek bihuşta ser rûyê erdê tê behskirin,  van deran jî digire nav xwe. Bihuşta di navbera du çeman de yanî Mezopotamya ev der in. 

Dema mirov diçe destpêka dîrokê her çi qasî navê wê nayê gotin jî cihên behsa wan tên kirin ev der in. Cihên ku Sumeran, Sargonan, Hammûrabiyan û Asûran cara destpêkê êrîş li ser kirine Başûrê Kurdistanê ye. Dema mirov di deştên rast û rût ber bi jor ve hildikişe yekemîn cihê mirov bigihêjiyê Başûrê Kurdistanê ye. 

Dema mirov bi çavên gerîla lê binihêre Behdînan teqez bihuşteke. Li tu deverên Kurdistanê mîna Behdînan cihekî yekpare, girêdayî hevdu, fireh, asê, erdên wê yên fêkî zêde herhal nabîne. 

Belê herhal li van xakan mezinbûn şansek e. Qenciyeke Xwedê ye ya daye mirov. Yek jî dema mirov îsyanên di dîroka me ya nêz de bi ser wan zêde bike, timî wek navenda welatparêziyê mane. 

Tevî ev qas texrîbata milliyetgiriya berê, hevnegiriya bûrjûvaya biçûk jî ev dever welatparêz mane. Fermandar Zerevan, Cotkar û Soran Dr. Sîrwan zarokên vê xakê ne. Û bêguman divê mirov behsa meleka melekan Viyan bike. Û gelek şehîd.

Gerîlayê tevgera Apoyî  Şoreş Bejdar Qadir li bajarê herî qedîm ê van xakan Hewlêr tê dinyayê û tevlî nav refên azadiyê dibe. Di belgeyên dîrokî yên Asûr de Hewlêr weke Arballîûm derbas dibe. 

Belê Şoreş, wê li van deran çavên xwe li dinyayê veke û hê di temenekî zaroktiyê de wê tevlî nav refên gerîla bibe. Sal 1997 e. Ji eşîreta Gerdî ye. Yanî ji Bakurê Kurdistanê hatine. 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkildarî şehîdên Kurdistanê di nirxandineke xwe de wiha dibêje: “Îspata ku partiya me ji sedî sed li ser esasê girêdana bi bîranîna şehîdan re ava bûye, pratîka me ye, ya em dijîn. Ev, heman demê tê wateya ku em bi temamî rast nêzî rastiyên xwe bibin, rastiyên xwe di aliyê pêşverûtî û şoreşgerî de biguherin, ji bo vê bûyîna rêxistin, milîtanên bêtirs ên vê rêxistinê, di aliyê fikrî de kûrbûn û di pratîkê de gurbûnê jî. Em dizanin ku timî zêdebûna bandorên vê pêşketina berxwedana neteweyî ye. Ev hostabûyîna kakilê PKK’ê ye. Ev hemû jî tên wateya artêşbûna gel a siyasî û leşkerî. Vaye dema em dibêjin artêşbûna şehîdan; em dixwazin destnîşan bikin ku ew şerîteke sor, rehekî sereke û hestiyê piştê ye, hemû hebûna me ji serî heta binî digihînin hev û nirxên ku zindî dikin.”

Hevaleke têkoşîne ya gerîla Şoreş wer behsa jiyan û têkoşîna wî dike:

“Em bi heval Şoreş re li heman tabûrê mabûn. Hevalekî ji Başûrê Kurdistanê bû. Û min ew di temenê wî yê ciwan de nas kiribû. 

Eger ji min bê pirsîn, li gor min taybetmendiya herî diyarker a heval Şoreş saftî û zelaliya wî bû. Têde li ser navê qirêjiyê tiştek tune bû. Te digot qey ji civakên yekemîn ên mirovatiyê hatiye girtin û şandine çiyayan. Hevrê  Şoreş mîna di mabedeke ku dest lê neketine de mezin bibû. 

Di temenekî ciwan de ku tevlî nav refên gerîla bibû, pîvanên exlaqî yên partiyê ji xwe re kiribû rêgez. Bi hurmet bû û xwedî prensîp bû. 

Pir gurûgeş û jîr bû. Di asta herî jor de tevlî hemû xebatan dibû. Di tu xebatan de xwe paşde nedida. Beriya her kesî diçû. Û karê wî pak bû. Te digot qey hevrê Şoreş ji bo pakbûnê hatibû dinyayê. pak diaxivî, hundirê wî pak, kar û xebata wî pak û ew bi xwe pak bû…

Belê min heval Şoreş nas kir. Sala 2006’an hatibû Bakur. Hatibû cihê herî çetîn ê Bakur Gabarê. Û rojeke 29’ê Nîsana 2007’an di carekê de ji nav me veqetiyabû çûbû.”  

“Dema çivîkên axa birçî
Perên xwe li tarîtiyê didan
Me eşq û hêvî kir tûrikan
Mîna em stranan bêjin em ketin ser rêyan
Di dema xwe ya herî bi coş
Di dema xwe ya herî zaroktiyê de 
Me got merheba ji jiyanê re”

Nasnav: Şoreş
Nav û Paşnav: Bejdar Qadir
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1984/Hewlêr 
Navê Dayikê: Çerya 
Navê Bav: Qadir 
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 1997/Hewlêr 
Herêm û Qadên lê maye: Şehîdan, Bajêrgeh, Xinêre, Qendîl, Behdînan, Garê, Botan 
Dîrok û Cihê Şehadetê: 29’ê Gulana 2007/Çirav/Botan 

...