HPG: Di operasyona Çelê de 37 leşker hatin kuştin
HPG’ê ragihan ku di çarçoveya Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Serhad û Şehîd Ekîn de, di encama çalakiya de ku ji 5 baskan ve hate lidarxistin, 37 leşker hatin kuştin.
HPG’ê ragihan ku di çarçoveya Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Serhad û Şehîd Ekîn de, di encama çalakiya de ku ji 5 baskan ve hate lidarxistin, 37 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, encamên Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Serhad û Şehîd Ekîn eşkere kir. Di daxiyaniyê de ev agahî hatin parvekirin.
“Di çarçoveya operasoyan Şoreşgerî ya Şehîd Serhad û Şehîd Ekîn de; 2’ê Kanûnê di saet 6:30’an de hêzên me li dijî girê Koordîne yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê ji 5 baskan ve çalakiye li dar xistine û ketine gelek çeperên dijmin ên li vî girî û derbên xurt li TC xistine. Di çalakiyê de baskê 1’emîn, 5 çeper û çepera çeka A-4 kirin hedef û îmha kirin. Di çalakiyê de çûne ser cenazeyê 18 leşkeran. Baskê 2 ê çalakiyê jî 4 çeper îmha kirin û çûne ser cenazeyên 10 leşkeran. Her wiha hêzên me li vir 1 çeka BKC û 4 çeka HK-33 îmha kirine. Baskê 3 jî 4 çeperên li ser gir îmha kirin û 9 leşker kuştin. Baskê 4 û 5 jî bi dizî ketine gir û baskên din parastine. Di operasyoan şoreşgerî ya berfireh de 37 leşker hatin kuştin û 3 gerîlayên me jî şehîd ketine.”
HPG’ê wiha got: “30’ê Mijdarê Saet 11:20’an de yekîneyên me li dijî leşkerên li nîzamiyeya qaraqola Serê Sêvê ya girêdayî navçeya Çelê ya bi çekên giran çalakiyek li dar xistin û li vir leşkerek hate kuştin.”
Di dewam daxuyaniya HPG’ê de wiha hate gotin: “21’ê Mijdarê gerîlayên YJA-Star li dijî wesayîta zirxî ya aîdî TC a di navbera Girê Şehîdan û Lezgîn ê girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê di saetên nîvroyê de çalakiyek ya sabotajê li dar xitin. Di vê çalakiyê de jimara kuştî û birîndarên leşkeran nehate zelalkirin.”