Yek ji kesên ku hatin înfazkirin jî xwediyê malê Erol Ozgezer e
Ji 4 kesên ku li Wêranşarê hatin înfazkirin yek jî xwediyê malê Erol Ozgezer e.
Ji 4 kesên ku li Wêranşarê hatin înfazkirin yek jî xwediyê malê Erol Ozgezer e.
Xwediyê malê Erol Ozgezer jî yek ji ew 4 kesan e ku li Taxa Cûmhûriyetê ya navçeya Wêranşarê ya Rihayê piştî serdegirtina malan, bi kelepçekirina ji piştê ve hat binçavkirin û înfazkirin.
Li gel Ozgezer ê ku tê gotin li taxê ji mêj ve karûbarê elektrîkê dike, kesa din a ku pê re hatiye înfazkirin jî bûka cîranê wan bûye. Têkildarî nasnameya 2 kesên din ên înfazkirî ti agahî nehatin bidestxistin.