Li Rojava Akademiya Aboriya Civakî
Endama Komîteya Aboriyê ya TEV-DEM’ê Efrîn, bal kişand ku li gel aboriyê, li ser her qadên Rojava êrîşek heye û got; “Bi Akademiya Aboriya Civakî, em hewl didin berxwedana gelê xwe hê têgihiştî û encamgir bikin.”
Endama Komîteya Aboriyê ya TEV-DEM’ê Efrîn, bal kişand ku li gel aboriyê, li ser her qadên Rojava êrîşek heye û got; “Bi Akademiya Aboriya Civakî, em hewl didin berxwedana gelê xwe hê têgihiştî û encamgir bikin.”
‘LI SER PÊDIVIYÊN LEZGÎN ME AKADEMÎ SAZ KIR’
Endama Komîteya Aboriyê ya TEV-DEM’ê Dilşa Efrîn bê wek komîte biryara sazkirina akademiyê çawa dane wiha vegot;
“Destpêkê dema me xebatên aboriyê bi rêxistin dikirin, me biryar da ku em meclîseke aboriyê yak u wê pêşengiya xebatên aboriyê bike vekin. Lê, me pirsgirêkek hê mezintir li pêş xwe dît. Di nêzîkatiya aboriyê de pirsgirêkek cîdî hebû. Aborî, wek pere û kar dihat fêmkirin. Dîsa, zihniyeta desthilatdar û dewletparêz di xebatan de derdiket. Aborî mîna ‘ka em biçin karekî bikin û pereyan bi dest bînin’ dihat ziman. Her wiha, polîtîkaya rejîmê ku bi ser Rojavayê Kurdistanê xistibû meriyetê jî neçarî yek tîp hilberînê kiribû û ji yekparebûna hilberînê qut kiribû. Ev rewş xwe di mejiyan de jî bi cih kiribû. Bi taybet jî bêbaweriyek li beramberî axê û kesan bi xwe ava kiribû. Di şikandina vî mantixî de û afirandina ferasetek nû de, ango ji bo pêşxistina aboriya civakî me pêdivî bi akademiyekê dît.”
‘DESTPÊKÊ ME BALA XWE DA SER FERASETA ABORIYÊ’
Dilşa Efrîn diyar kir ku piştî akademî ava kirine, dewreyek perwerdeyê dane destpêkirin û wiha dewam kir;
“Li vir 24 kes tevlî bûn. Ev endamên meclîsa me ne. Ji bo pêşxistina xebatên aborî yên li Rojava, destpêkê zanekirina hêza pêşeng û feraset rast pêwîst bû. Wisa perwerdekarên me yên pispor nîn bûn. Lê herî kêm wek komîte, me hinekî ji parazname, perspektîfên Rêber Apo fêm kiribû ku bê wê feraseta me ya aboriyê çawa be. Mirovên me hebûn ku ji hilberîna aborî fêm dikirin û vî karî bi pratîkî dikirin. Wan jî destek dan, li akademiyê perwerde dan. 8 dewreyên me yên ewil li ser feraseta aboriya civakî û komunal bû. Waneyên teorîk bûn.”
ÊDÎ PERWERDEYÊN BRANŞAN JÎ TÊN DAYÎN
Efrîn ragihand ku Akademiya Aboriya Civakî dest bi perwerdeyên branşê jî kirine û wiha pê de çû; “Em Çandiniyê wek yekeya esas a aboriya Rojava dinirxînin. Lewre jî perwerdeya ku me yekem pêşxistî jî zîraat bû. Domahiya 10 rojan li ser feraseta me ya aboriyê û zîraatê perwerdeyên teorîk hatin dayîn. Piştre jî perwerdeyên pratîk dest pê kirin. Li vir, perwerde li ser axê hat kirin. Zevî, sera hatin dîtin. Dûvre me li ser bazirganî û kooperatîfê jî dewre dan destpêkirin. Li vir jî perwerdeyên teorîk û pratîk hatin dayîn.”
‘PERWERDE DI PRATÎKÊ DE BI XURTAHÎ ENCAM DAN’
Efrîn, bal kişand ku li Rojava xebatên aboriya civakî bi pêş dikevin û li vir rola akademiyê heye. Efrîn wiha berdewam kir; “Li gor encamên praktîkî ez dikarim bêjim ku me encamek girîng bi dest anî. Dema hevalên ji vê perwerdeyên derdikevin û diçin qadan, hê zanetir û bi berpirsiyartî nêzî pratîkê dibin. Gelek wezîfeyan li xwe digrin. Dîsa mirovên me yên li qadên xwe perwerde dikin. Her wiha, di asta hilberînê de jî pêşketinek çêbû. Bi taybet jî tevkariyên mezin ên dewra me ya zîraatê çêbûn.”
‘EM Ê BERXWEDANÊ TÊGIHIŞTÎ Û ENCAMGIR BIKIN’
Endama Komîteya Aboriyê ya TEV-DEM’ê Dilşa Efrîn herî dawî ev gotin; “Ji her qadê êrîş li dijî Rojava hene. Di devê gur de gel li ber xwe dide. Ev bi şênberî di lehengiya YPG û YPJ’ê de tê dîtin. Lê, em heman rewşê di qada aborî de jî her roj dibînin. Lewre jî bi Akademiya Aboriya Civakî, em hewl didin berxwedana gelê xwe hê têgihiştî û encamgir bikin.”