Dewleta Tirk hawirdora Minbicê bombebaran dike
Dewleta Tirk û çeteyê pê ve girêdayî hawirdorên Minbicê bombe dikin û balafir li ser asîmanê Minbicê digerin.
Dewleta Tirk û çeteyê pê ve girêdayî hawirdorên Minbicê bombe dikin û balafir li ser asîmanê Minbicê digerin.
Îro ji saet 8.00′ê sibehê ve, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên pê ve girêdayî ji aliyê gundên Cibildem û Şêx Nasir ve, bi topên hawanan li gundên ′Korhiyok, Sebwêran, Boxaz û Îlan′ ên rojavayê Minbicê dixin. Her wiha, balafirên keşfê yên Tirkiyê li asîmanê hawîrdora Minbicê digerin.
Di encama êrîşên topan de, 7 ji şêniyên gundê Korhiyok birîndar bûn û ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Tişrîn û Emel ên bajarê Minbicê.
Di encama êrîşa topên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên pê ve girêdayî de, li gundên herêmên Şahbayê,gelek malên welatiyan hatin rûxandin û bi hezaran şêniyên wan gundan ji ber êrîşên hovana ên dewleta Tirk neçar man koçî Kantona Efrînê û bajarê Minbicê kirin.