Li Minbicê cebilxaneya artêşa Tirk û DAIŞ’ê hate teqandin

Li gundê Cib El-Dem ê Rojavayê Minbicê depoya cebilxanyê ya artêşa Tirk û çeteyên DIAŞ’ê hate teqandin.

Têkildarî bûyerê Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya eniya Rojavayê Minbicê diyar kir ku şervanên wan depoya cibilxaneya çeteyên DAIŞ’ê û artêşa Tirk a dagirker a li gundê Cib El-Dem ê ku 30 Km dikeve Rojavayê Minbicê teqandin.

Hat diyarkirin ku piştî teqandina depoya cebilxaneyê li herêmê di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên Tirkiyê şer derketin û heta niha jî didomin.

Bi van şeran re hemwext, li gundê Girheyûk jî şer derket û heta niha bi dem kî didome.