Li Licê cerdevanan gule li gundiyan reşand in: 2 kes birîndar kirin

Li gundê Karpûzlû ya Licê dema ku meleyê gund Mele Hîlmî Ekmen û welatiyê bi navê Îlhamî Îpek xwestin pirsgirêka avê ya dihat jiyîn çareser bikin û biçin cihê depoya avê, ji aliyê cerdevanan ve hatin gulekirin.

Li gundê Karpûzlû (Hertî) ya Licê yê Amedê dema ku meleyê gund Mele Hîlmî Ekmen û welatiyê bi navê Îlhamî Îpek xwestin pirsgirêka avê ya dihat jiyîn çareser bikin û biçin cihê depoya avê, ji aliyê cerdevanên ku li rexa rê nobed digirtin ve hatin gulekirin.

Êrîş li nêzî gundê Kêncer hate kirin, Ekmen û Îpek ên ku ji cihên cuda ên laşê xwe birîndar bûne ji aliyê gundiyan ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Licê.

Îlhamî Îpek ê ku xeteriya jiyana wî heye ji vir rakirina Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê, meleyê gund Ekmen jî rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl.