Polîsên Tirk deriyê Şaredariya Şemzînanê girtin!
Polîsên Tirk dor li avahiya Şaredariya Şemzînanê girtin û nehiştin xebatkar dest bi kar bikin.
Polîsên Tirk dor li avahiya Şaredariya Şemzînanê girtin û nehiştin xebatkar dest bi kar bikin.
Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, Hevşaredar Seferî Yilmaz tevî hevjîna xwe Pinar Çaçan û Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Cabbar Taş û xebatkarê şaredariyê Cahît Erler berî du rojan hatibûn binçavkirin.
Piştî binçavkirinê, polîsên Tirk dor li avahiya şaredariyê girtin.
Polîsan ala Tirkan bi avahiyê ve kirin, bi zincîrê deriyê avahiyê girtin û nehiştin xebatkar dest bi kar bikin. Xebatkarên danê sibehê çûn ber avahiyê, hatin rawestandin û polîsan ji wan re gotin, "Dema me bang li we kirin, hingî werin. Niha şaredarî girtî ye."