Li Wêranşarê polîsên Tirk 4 kes înfaz kirin ku 2 jê jin in
Polîsên Tirk ên ku li Wêranşarê bi ser malekê de girtin, 4 kesên ku binçav kirin ji piştê kelepçe kirin û înfaz kirin.
Polîsên Tirk ên ku li Wêranşarê bi ser malekê de girtin, 4 kesên ku binçav kirin ji piştê kelepçe kirin û înfaz kirin.
Polîsên Tirk danê êvarî li Taxa Cûmhûriyet a girêdayî navçeya Wêranşar a Rihayê bi ser malekê de girtin, 4 kes înfaz kirin ku 2 jê jin in.
Piştî nûçeyên mîna “Li Wêranşarê 4 PKK’î hatin girtin” ên di malperên xwecih de hatin weşandin, di ajans û malperan de hatin guhertin û gotin “Li Wêranşarê 4 PKK’î hatin kuştin”. Ev jî înfazê piştrast dike.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî, polîsan bi ser malê de girtin, 4 kes ku 2 jê jin in, binçav kirin û dûvre ji pişt kelepçe kirin û înfaz kirin.
Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku mal hatiye dorpêçkirin û nahêlin ti kes xwe nêz bikin, hat diyarkirin ku kesên hatine înfazkirin ji bo otopsiyê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê.
Di serî de kolana ku ev mala navborî lê ye, têketinên taxê hatine girtin û nahêlin ti kes bikevinê.