HPG: Em hevrê Helwest û Zafer bi rêzdarî bibîr tînin
HPG'ê nasnameya gerîlayên HPG'ê yên li herêma Bagokê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. Di daxuyaniya HPG'ê d hat gotin, "Hevalê Helwest, bi wêrekiya xwe bû fermandarekî mînak."
HPG'ê nasnameya gerîlayên HPG'ê yên li herêma Bagokê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. Di daxuyaniya HPG'ê d hat gotin, "Hevalê Helwest, bi wêrekiya xwe bû fermandarekî mînak."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser nasnameya 2 gerîlayên li herêma Bagokê jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hevalên me Helwest û Zafer, roja 19'ê Mijdarê li cihekî navbera gundên Sirincak û Kutbê yên li herêma Bagokê ya Mêrdînê li leşkerên artêşa TC rast hatin û di encama şer de şehîd bûn. Her du gerîlayê me bi xurtî li ber xwe dan û li ser vê yekê artêşa Tirk bi helîkopterên bi tîpa Kobra êrîşî wan kir. Me beriya niha dabûn xuyakirn, ku her du gerîlayên me şehîd bûne. Em îro jî agahiyên berfireh ên li ser nasnameya wan eşkere dikin."
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
"Hevalê Helwest ê ji bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê tevlî nava refên PKK'ê bû, baweriya xwe pê anî ku dagirkeriya li Kurdistanê bi şerekî xurt ê li Bakurê Kurdistanê dikare bê qedandin û bi vê bîr û baweriyê dest bi têkoşîna bi fedakarî kir.
Hevalê Helwest, ku dilsozî û kûrahiya pîvanên exlaqî yên jiyana PKK'ê bandor lê kir, coşa têkoşîna li Bakurê Kurdistanê bi kenê xwe xemilandiye. Hevalê Helwest bi sekin, kesayetî, jiyan û performansa xwe ya li qad gerîla her tim bû mirovekî mînak, moral da hevrêyên û bi rêzdarî hate pêşwazîkirin. Li gorî hevalê Helwest, dilsoziya bi gelê Kurdistanê re, bi tevlîbûneke canbexşane ya bê berdêl dibe. Bi vê bîr û baweriyê jiya.
Hevalê Helwest 21 salan li nava refên gerîla me. Li gelek herêmên mîna Amed, Dersîm û Mêrdînê bi erkên gelekî girîng rabû û bi tecrûbeyên xwe yên mezin, di kesayetiya xwe de fermandariyeke xurt afirand. Jê bawer kir, ku milîtanbûn; xwe fedakirina di xeta Apoyî de ye. Herî dawî li erka Fermandariya Eyaleta Mêrdînê radibû û di şerê gel ê şoreşgerî de, bû xwedî pratîka şerekî bê eman ê li dijî dagirkeriyê.
Weke fermandarekî şoreşger ê ji Başûrê Kurdistanê, di têkoşîna xwe de fedakariyeke mezin nîşan da ku ji Başûr heta Bakurê Kurdistanê li gelemperiya Kurdistanê dikare mînak bê dîtin. Têkoşîna li dijî mêtîngeriya Tirk kir armanca bingehîn a jiyana xwe. Bi wêrekiya xwe, bû fermandarekî mînak. Dît ku bi afirandina nirxên neteweyî dikare azadî radestî gelê me yê li Kurdistanê bê kirin. Di vê oxirê de gelekî hewl da.
Ew evîndarê gelê xwe bû. Bi şewqa hêviya azadiyê ya di çavên xwe de dijiya. Di nava şehîdên me yên sembol ên Başûrê Kurdistanê de cihê xwe girt. Di şerê roja 18'ê Mijdarê li herêma Bagokê ya Mêrdînê dest pê kir de, tevî hevrêyê xwe Zafer (Abdulkadîr Aydin) li dijî hêzên faşîst ên mêtînger şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû."
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane bi vî rengî ye:
Nasnav: Helwest Partîzan
Nav paşnav: Hîwa Hamît
Cihê ji dayikbûnê: Silêmaniye
Dayik-Bav: Vazîha-Hamît
Dem û cihê şehadetê: 19'ê Mijdara 2016 / Mêrdîn
Nasnav: Zafer Bagok
Nav paşnav: Abdulkadîr Aydin
Cihê ji dayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Şîrîn-Abdulcelîl
Dem û cihê şehadetê: 19'ê Mijdara 2016 / Mêrdîn