Li Qilabanê 2 leşker hatin kuştin

Di çalakiya gerîlayan ku li dijî leşkerên li qereqola Elemûn a girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê de 2 leşker hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê HPG’ê ve hate ragihandin; di 1’ê Kanûnê saet 06:00’an de gerîlayên wan li dijî leşkerên ku li derdora Qereqola Elemûn a girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê di nava tevgerê de bûn çalakiyekî ya sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiytê de 2 leşker hatin kuştin.