Li Berwariyê 4 kes hatin girtin

Li navçeya Berwarî ya Sêrtê hevserokê HDP’ê yê navçeyê jî di nav de 4 kesên ku hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

Li navçeya Berwarî ya Sêrtê ku di serdegirtinên hefteya borî de Hevserokê HDP’ê yê navçeyê Abdullah Gundogdû, rêveberên HDP’ê yên navçeyê Îshan Gurmyamak û li gel Nazmiye Guzel û Saît Aslan ên ku hatibûn binçavkirin, ji aliyê Dadgeriya Nobedar a Berwariyê ve bi îdîaya “Endamên Rêxistinê” hatin girtin û şandin Girtîgeha Sêrtê.

Nasîbe Guzel jî bi şertê “Kontrola edlî” hate berdan.

Di serdegirtinên îro de yên li Taxa Barişê, Kadîr Kaçar jî hate binçavkirin.