Akademîsyenên Başûr: Li dijî dagirkeriya Tirk helwesta neteweyî şert e
Akademîsyenên Zanîngeha Kerkûk ên ku bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Iraq û Başûrê Kurdistanê dan, daxwaz kirin ku divê Kurd li dijî vê helwesta neteweyî pêş bêxin.
ANF
KERKÛK
şemî, 3 berfanbarê 2016, 15:33
Akademîsyenên ku heyîna dewleta Tirk a li Kurdistan û Iraqê weke “Dagirkeriya leşkerî” bi nav dikin û wiha got: “Dewleta Tirk mîna demê Osmaniyan dixwaze Mûsilê li ser xaka xwe zêde bike.”
Bertekên akademîsyenan wiha ne:
ZENGENE: DIXWAZIN MÛSILÊ BIGIRIN
Ednan Zengene, Rektorê Fakulteya Zanîstên Siyasî yê Zanîngeha Kerkukê ye wiha got: “Çi demê ku dewleta Tirk ketiye xaka Iraqê li gel xwe gelek pirsgirêkên cuda cuda aniye. Iraqê her demê jî serweriya xwe ya li ser axa xwe parastiye.
Dewleta Tirk dibêje ji ber têkoşîna li dijî terorê hatine. Li gorî min dewleta Tirk li pey wê ye mîna berê dixwaze bandora xwe ya li ser herêmê zêde bike. Di dîrokê de dayîna Mûsilê ya Iraqê, bi ti awayî qebûl nakin. Dixwaze ji nû ve li ser xaka Tirkiyeyê zêde bike. Ji ber ku Mûsil di aliyê siyasî, ekonomî û stratejî de xwedî girîngiyekî taybete.
DR. AZÎZ: DESTKEFTIYÊN LI ROJAVA Û BAŞÛR DIKE HEDEF
Dr. Dilşad Azîz: “Tişta ku Tirkiye dixwaze li Rojava û Mûsilê dike qet û qet nayê qebûlkirin. Pirsgirêka Mûsilê pirsgirêkeke ku di navber Başûrê Kurdistan û hikûmeta navendî ya Iraqêde ye ku bê çareserkirin. Nêzîkatiya îro ya dewleta Tirk ya li hember Mûsilê dişibe nêzîkatiya Osmaniyan a di dîrokê de. Ji xwe polîtîkaya Erdogan û AKP’ê ji nû ve Mûsilê mîna demê Osmaniya li ser xaka Tirkiyeyê û desthilatdariya wê de bigire.
Divê hemû Kurdên li 4 parçeyên Kurdistanê û rêxistinên Kurd li dijî dagirkeriya Tirkiye ya li Mûsil û deverên din bikevin nava tevgerê. Divê bibin xwedî heman helwestan. Enceq bi vî awayî dikarin pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk û sewqiyata wê ya leşkerî bigirin. Armanc hedef kirina destkeftiyên Rojava û Başûrê Kurdistanê ye. Divê ev yek wisa bê fêmkirin.”
DR. OMER: DIVÊ KURD BI HESTYAR Û HIŞYAR BIN
Dr. Çiya Fexrî Omer: “Dewleta Tirk li gel dewleta Îran û Iraqê li gorî hevpeymana ku salên 90’î ku sînorê Iraqê derbas kirin û rê dan ku 10 km xakê derbas bikin, îro jî dixwazin bi heman peymanê xaka Başûrê Kurdistanê jî dagir bikin. Bi xwezayî ji xwe peymana di navbera van her sê aliyan de bê wate bûye. Herokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî daxuyakirin ku ti mafê dewleta Tirk nîne ku bohustekê jî nîne ku bikeve xaka Iraqê. Bi vê yekê leşkerên Tirk ên ku derbasî xaka Başûrê Kurdistanê bûne bi vekirî hêzên dagirker in.
Divê Kurd li dijî vê hestyar û şiyar bin. Ji ber ku ev rewş di aliyê Kurdan de rewşekî bi fikar û tirsnake. Divê Kurd li beramberî rewşên wiha helwestên neteweyî raber bikin. Divê mercên konjonktuel binirxînin. Ya girîng ji bo Kurdan ev e.”