Çetîn: Li Sêrtê kesî nexwest bibe qeyûm
Hevserokê HDP'ê yê Sêrtê Çetîn diyar kir, di nava aslekê de 150 rêveber û xebatkarên partiya wan hatine girtin. Çetîn got, li Sêrtê pêşniyara qeyûmtiyê li gelek kesan hatiye kirin, lê kesî qebûl nekiriye.
Hevserokê HDP'ê yê Sêrtê Çetîn diyar kir, di nava aslekê de 150 rêveber û xebatkarên partiya wan hatine girtin. Çetîn got, li Sêrtê pêşniyara qeyûmtiyê li gelek kesan hatiye kirin, lê kesî qebûl nekiriye.
Hevserokê HDP'ê yê Sêrtê Abdullah Çetîn rewşa siyasî û xebatên partiya wan ên li bajêr ji ANF'ê re nirxand.
Çetîn da xuyakirin, ku bi ragihandina Rewşa Awarte re pêkanîna rewşa girtî ya demdirêj, yekemcar li Sêrtê ketiye meriyetê û got, "Dema girtinê ji aliyê qanûnî ve weke 30 roj hatiye diyarkirin. Li Sêrtê rewşeke xweser heye. Zêdeyî 150 rêveber û xebatkarên me niha girtî ne. 19 rêveberên me yên fermî niha li girtîgehê ne. Ev 26 roj in Hevşaredarên Dihê û rêveberên şaredariyê binçavirî ne. Hemû rêveberên DBP û HDP'ê yên navçeya Xizxêrê jî di girtîgehê de ne."
'EM Ê FIRSENDÊ NEDIN WAN'
Çetîn da xuyakirin, ku Emniyeta Sêrtê hewl dide kar bi HDP û DBP'yiyan nede kirin û anî ziman, AKP ji bo hejmara parlamenter û şaredariyên xwe li Sêrtê zêde bike, bi rengekî veşartî û zexel dixebite.
Çetîn got, "Li vê derê Kurd, Ereb û Tirk bi hev re dijîn. Hê jî hewl didin rêveberiya vî bajarî bikin yek tîp. Xwe ranegirtine ku Kurd li vî bajarî bûne xwedî gotin. Polîtîkayeke taybet tê meşandin. Her kesên li Sêrtê dixwazin bi rûmeta xwe bijîn, dibin hedefa dewletê. Dibe ku niha bêdengiye xuya dike, lê belê di serdanên malan de nerazîbûna gel di asta herî bilind de tê bilêvkirin. Ev gel di nava xwe de hesabê rewşê dike. Em bi hêz û bawerî ne, ku di hilbijartinên pêş de hemû şaredariyan bi dest bixin."
Çetîn diyar kir, hê nehatiye eşkerekirin bê çima qeyûm li Şaredariya Sêrtê hatiye erkdarkirin û destnîşan kir, ku bi bahaneya xendekan vîna gel hatiye talankirin. Çetîn got, "Xendek kirin bahane û qeyûm tayîn kirin. Baş e, li vir rewş çi hebû? Bi bahaneyên bi vî rengî, dixwazin şaredariyên me bi kedeke mezin bi dest xistine, ji me bistînin. Em ê vê firsendê nedin wan."
Abdullah Çetîn ragihand, ew bi 9 komîsyonan li Sêrtê dixebitin û qeyûmê hatiye tayînkirin, nas nakin. Çetîn da xuyakirin, ku dewlet bi girtin û mirinê hewl dide tirsê berde dilê gel, lê belê gel xwedî li nirxên xwe derdikeve.
'LI SÊRTÊ KESÎ NEXWEST BIBE QEYÛM'
Çetîn da zanîn, Serokê AKP'ê yê Bajêr Ozgur Çelekoglû li mala xwe, bi 'rûspiyên herêmê' re li ser mijara qeyûm civîn çêkiriye û got, "Pêşniyara qeyûmtiyê li gelek lîderên eşîran kir. Lê kesî ev qebûl nekir. Ev agahî li gel me heye. Tê zanîn, pêşniyar li kîjan malbatê kiriye. Ji bo girtina Tûncer Bakirhan dadgeheke bêbingeh amade kirin û ceza li wî birîn. Piştî birîna ceza, Rêxistina AKP'ê ya Bajêr ji bo peydakirina qeyûm kete nava hewldanan, lê tiştek bi dest nexist. Dûre Alîkarê Walî weke qeyûm bi cih kirin. Tekane tişta dikin, avakirina kadroyan e. Mirovên nêzî xwe li midûriyetan bi cih dikin."
'ŞÎRKET DIXWAZE DI BERDÊLA PERE DE, CENAZEYAN DI BINÊ AXÊ DE BIHÊLE'
Hevserokê HDP'ê yê Sêrtê Abdullah Çetîn herî dawî bal kişand ser komkujiya kanê ya li Xizxêrê û anî ziman, ji ber teqînên îllegal ên li herêmê, hezaz rû daye. Çetîn got, "4 karker hê di binê axê de ne. Şîrket pêşniyarê li malbatan dike ku pereyan bidin wan û bi vî rengî malbat qebûl bikin ku cenazeyên karkeran di binê axê de bê hiştin. Heman rewş li Elbîstanê jî rû da bû. Cenaze di binê axê de hiştibûn."