Parlementoya Iraqê biryar da ku wê bûçeya Başûrê Kurdistanê bide

Di rûniştina civîna îro de yak u bûçeyê ya li Parlementoya Iraqê, li pêşberî 550 hezar varêl petrol ya ji herêma Başûrê Kurdistanê ji bo hikûmeta navendî bişînin, biryar da ku wê bûçeya herêmê bişînin.

Têkildarî biryara di parlementoya de hate dayîn, Parlementerê Iraqê yê Tevgera Goran Emîn Bekir ji ANF’ê re axivî û got: “Bi biryara hate girtin, destkeftiyên gelê Kurd dikeve gerantiyê.”

Bekir têkildarî detayên biryarê ev tişt anî ziman: “Ji petrol Kerkûkê ya rojane 300 hezar varêl, ji petrol herêma Kurdistanê jî 250 hezar varêl petrol wê ji bo hikûmeta navendî bê şandin û li pêşberî vê jî hikûmeta navendî jî wê bûçeya herêmê birazîne.”

Bekir destnîşan kir ku biryarên ku li Parlementoya Iraqê hate dayîn, ji aliyê koma YNK’ê, Tevgera Goran û Komela Îslamî ve hatin girtin, di dema dengdanê de parlementerên PDK’ê derketin derveyî salonê. Bekir wiha got: “Ji ber ku parlementerên PDK’ê ji ber ku nexwestin petrolê bidin hikûmeta navendî ya Iraqê beşdarî dengdanê nebûn. Ev nêzîkatî, ne di berjewendiyên Kurdan de ne.”

Her wiha li di civîna bûçeyê de, bûçeya hêzên bejahî ya ji sedî 17 jî weke muçeyê pêşmergeyan wê bê dayîn. Bekir anî ziman ku ev biryar wê ji destpêka sala nû ango 2017’an ve bikeve meryetê.

Civîna bûçeyê ya li Parlementoya Iraqê hê jî dewam dike.