Leşkerên Tirk li ser sînor êşkence li 2 welatiyan kirin
Dema ku 2 welatiyên Rojava xwestin bi Bakurê Kurdistanê re derbasî Rojava bibin, leşkerên Tirk ên ser sînor ew girtin û bi hovane êşkence kirin.
Dema ku 2 welatiyên Rojava xwestin bi Bakurê Kurdistanê re derbasî Rojava bibin, leşkerên Tirk ên ser sînor ew girtin û bi hovane êşkence kirin.
Îro di saetên sibehê de welatiyên Ereb ên bi navê Ferhan û Mistefa dema ku dixwestin ji Bakurê Kurdistanê, derbasê Rojava bibin ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin girtin û hatin êşkencekirin. Nasname û diravên welatiyan jê girtin, tazî kirin û bi çekên di dest xwe de bi hovane êşkence kirin.
Welatiyên ku şopa êşkenceyên leşkerên Tirk li ser laş û rûyê wan hê nû bûn wiha gotin: “Luleyên çekên xwe xistin devê me de û gotin em ê we bikujin.”
Her 2 welatî piştî êşkence û gefên kuştinê derbasî herêma gundên di navbera Ohelê û Fêwanta yê Silûkê ya Rojava bûn û xwe gihandin yekîneyên sînor parêz ên Yekîneyên Parastina Gel.