Li nava Amedê kampa Nazî!

Li Girtîgeha Vekirî ya Amedê, rêveberiya girtîgehê ku bi gefan girtîgehê bi rê ve dibe, girtiyan di karên giran de dixebitîne. Yên îtiraz dikin jî dişînin girtîgeha girtî. Bûyerên li vê girtîgehê diqewimin, kampa Naziyan tîne bîra mirovan.

Şert û mercên li Girtîgeha Vekirî ya li navçeya Peyas a Amedê, kampên Naziyan tîne bîra mirovan. Li vê girtîgehê, rêveberiya girtîgehê û gardiyanan li gorî xwe pîvan danîne. Girtî jî ji ber ku gef û zextên giran, dengê xwe nakin. Li vê girtîgehê bi giranî girtiyên edlî tên girtin. Tê gotin, ev girtîgeh bi taybetî hatiye hilbijartin û rayedarên ku haya wan ji vê rewşê hene, vê yekê ji nedîtî ve tên. Ev girtîgeh li hin depoyên febrîqeya Tekelê ya hatiye valakirin, hatiye avakirin. Li koxûşek li vê girtîgehê 120-130 kes dimînin. Tevî hewa cemiriye jî sîstema germkirinê ya li vir naxebite. Ava germ jî serê saetê carekê tê berdan. Pişter bi rojan nayê berdan.

GEFA RAPORÊ

Li kantînê qertên telefonê tên firotin. Lê belê telefonên li nava girtîgehê naxebitin. Xwarinê jî berî çêbibe, bi xavî datînin ber girtiyan. Gardiyan ji girtiyan re dibêjin 'ev ji destê me hat' û bi vî awayî henekên xwe bi girtiyan dikin, wan biçûk dixînin. Çeka herî mezin a gardiyanan jî, gefa nivîsandina raporê li dijî girtiyan e. Li vê girtîgehê, ku bi giranî girtiyên çend meh cezayên wan man e tên girtin, girtî ji ber tirsa 'dibe ku ceza wan bê domandin' dengê xwe dernaxînin. 
Dema daxwaza pirsê tê kirin jî, gefa nivîsandina raporê li wan tê xwarin.

DI KARÊ HERÎ GIRAN DE BÊ PERE Û BÊ SÎGORTA TÊN XEBITANDIN

Di bin navê 'hînbûna pîşeyî' de girtiyan mîna koleyan dixebitînin. Di nava şet û mercên asayî de, kêm jî be ji girtiayn re pere tê dayîn. Lê li vê girtîgehê girtî bê pere û bê sîgorta tên xebitandin. Tevî xebitandina li atolyeyên madeyên paqijiyê û tekstîlê yên girtîgehê, girtî li karên din ên dizî tên xebitandin. Gelek ji wan li nav erdan, di karê barkişanî û paqijkirina derdora girtîgehê de tên xebitandin. Lê belê li gorî belgeya fermî 'girtî li atolyeyan tên xebitandin'. Girtiyên ku li dijî xebitandina li karê giran derdikevin, bi gotinên şahidên derewîn, rapor li dijî wan tê amadekirin û ji girtîgeha girtî re tên şandin.

JI GEMARÊ, BIRÎN LI BEDENA DER DIBE

Li vê girtîgehê, ku paqijî qet lê nîne, ji be qirêjiya lûleyên avê û ji ber hilberîna madeyên paqijiyê yên li girtîgehê, birîn li bedena girtiyan der dibin. Girtî, ji tirsa nivîsandina raporê nikarin dengê xwe bikin. Ji ber ku li girtîgeha vekirî ne, mafê wan heye ku betaniyê ji derve bînin. Lê belê destûr ji girtiyan re nayê dayîn ku betaniyê bînin û betaniyeyên gemarî yên bi salan hatine bikaranîn, didin wan.

MAFÊ PIRSÊ JÎ NADE GIRTIYAN

Her girtiyê dikeve vê girtîgehê, ji aliyê karmendê sereke ve tê pêşwazîkirin û 'pîvanên' girtîgehê ji wan re tê gotin. Ev karmend ji girtiyan re dibêje, "Hûn mehkûm in, çi kar ji we re bê dayîn, hûn mecbûr in bikin. Mafê we yê pirsê jî nîne, ji ber ku hûn sûcdar in. Eger hûn van nehin, hûn ê biçin girtîgeha girtî. Cezayê herî kêm jî 6 meh in."

FÎRAR TÊ KIRIN

Zêdegavî ewçend giran bûye, ku bêyî haya girtiyan jê hebe rapor li dijî tê amadekirin. Rojê hema bêjin kesek fîrar dike. Yên cezayê wan mehek jî ma ye, fîrar dikin. Dema derdikevin destûrê venagerin û fîrar dikin. Mirovên derûniya wan nebaş bûne jî, li qewîşeke cuda nayên bicihkirin. Ev yek jî jiyana girtiyan dixe nava rewşeke xetere.

DIXWAZIN JI ALIYÊ DERÛNÎ VE TÊK BIBIN

Kantîna girtîgehê ku divê vekirî be, li gorî kêfa xebatkaran tê girtin û vekirin. Têkildarî girtiyên li deriyê kantînê dixin jî rapor tên nivîsandin. Dema pirsan dipirsin jî rapor li dijî wan tên amadekirin. Hewl didin derûniya girtiyan têk bibin. Girtî dixwazin, rewş ji aliyê saziyeke mafên mirovan a serbixwe ve were lêkolînkirin.