TAK çalakiya li dijî Walîtiya Edeneyê li xwe girt
Teyrên Bazên Azadiya Kurdistanê (TAK) çalakiya li dijî Walîtiya Edeneyê li xwe girt.
Teyrên Bazên Azadiya Kurdistanê (TAK) çalakiya li dijî Walîtiya Edeneyê li xwe girt.
Di daxuyaniya nivîskî ya TAK’ê de hat ragihandin ku çalakiya bombeyî ya li dijî Walîtiya Edeneyê ku 24’ê Mijdara 2016’an hatibû lidarxistin, ji hêla Tîma Tolhildanê ya Şehîd Guven-Harûn pêk hatiye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Walî bi kêliyan ji bandora çalakiyê rizgar bûye û wiha hat gotin; “Di vê çalakiyê de xebatkarên Walîtiyê mirine û birîndar bûne. Ji vê encamê ew kesên ku li şûna bi azadî bijîn, destê xwe li ber deriyê polîtîkayên faşîst ên TC vedikin, sepanînên dijî mirovahiyê yên li dijî gelê Kurd qebûl dikin berpirs in. Di vê mijarê de me hişyariyên pêwîst bi çendan caran kirin!”
Di daxuyaniyê TAK’ê de hat diyarkirin ku Mûsa Ozdemîr (Gîvara Delîl) ê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji dayik bûye, dema ber bi hedefek din diçû ketiye nav şer û got, “(Ozdemîr) li dijî bangên teslîmbûnê bi şer bûye bersiv û bi qehremanî şehîd bûye. Hevalê Tirêj xeta berxwedanê ya TAK’ê bilind kiriye, wezîfeya mayî jî li ser şervanên din ên fedaî hêlaye.”
Di daxuyaniyê de ji bo Ozdemîr ev hatin gotin; “Hevalê Tirêj, sala 1996’an li navçeya me ya welatparêz a Nisêbînê ji dayik bûye. Hevalê Tirêj ku bi hestên welatparêzî mezin bûye, hê di temenê biçûk de ketiye ferqa dijmin, biryarbûna têkoşînê bi dest aniye. Ferq kiriye ku di vê sîstema dijmin de ne ji bo wî ne jî gelê wî cih nîne, sala 2010’an di nav refên Tevgera Azadiya Kurd de cihê xwe girtiye. Bi gihayîbûna xwe, giranî, cîdîbûn û coşa xwe ya jiyanê bi lez pêşxistin bi dest xistiye, di kesayeta xwe de pêşketinên mezin afirandiye. Di wezîfeyên cuda de berpirsiyarî girtiye û tevkariyên girîng bi Tevgera Azadiyê kiriye. Bi taybet jî ji ber girêdanbûyina xwe ya Serok Apo û zextên TC a faşîst ên li ser gelê Kurd, xwest ku di şerê tolhildanê de cihê xwe bigire û ji sala 2015’an û şûn de tevlî nav refên TAK’ê bûye. Hevalê Tirêj ku ji vê salê û şûn de xwe her tim bi pêş xistiye û amade kiriye, bi hêza xwe ya fikrînê û xeyalên xwe yên mezin di refên me de diyar bûye. Hevalê Tirêj ê jiyanek mezin û bi wate tevlî jiyana xwe ya kurt kiriye, 24’ê Mijdara 2016’an li Edeneyê di şer de ku bi çeteyên TC’ê re bi lehengî kiriye, şehîd bûye.
Tevahî hêzên TC’ê, burokrasiya wê ya sivîl, hevkarên wê, dê yek bi yek cezayê vê zilma ku bi serê gelê Kurd tînin bikşînin. Şervanên fedaî yên TAK’ê hê ji niha ve bi coşa vî şerê tolhildanê ne.
Hevalê Şehîd Tirêj Givera Delîl Nemir e!”