Şehîdên topbarana çeteyên SÛK’ê hatin definkirin
Welatiyên Taxa Şêx Meqsûd a Helebê 6 sivîlên ku di toparana çeteyên SÛK’ê de jiyana xwe ji dest dabûn, ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.
Welatiyên Taxa Şêx Meqsûd a Helebê 6 sivîlên ku di toparana çeteyên SÛK’ê de jiyana xwe ji dest dabûn, ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.
Ji ber şerê ku di navbera rêjîma Baas û çeteyên Koalisyona Niştîmanî (SÛK), şêniyên taxên Rojhilatê bajarê Helebê berê xwe didin Taxa Şêx Meqsûd. Çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê yên ku li Taxa Kefer Hemra a Bakurê Sêx Meqsûd bi cih dibin, bi topên hawanan tax bomberdûman kirin.
Di ecama topbarana çeteyên SÛK’ê de, 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 13 jî birîndar bûn. Navên hin welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne: “Mihemed Ehmed (23), Fexrî (54), Ferîde (36) û Canşêr (11). Navê hin birîndaran jî: Mihemed Fexrî (60), Cuma Dawûd(10), Mehmûd Derwîş (46), Suad Soranî (20), Ebd Rehman (50), Îman Mihemed (19) û Mûsa Mihemed(61). “
Welatiyên Taxa Şêx Meqsûd qurbaniyên topbaranê li goristana ber bi rêwîtiya dawî ve oxirkirin.
Hat diyarkirin ku rewşa birîndaran baş e, lê birîndarê bi navê Mûsa Mihemed (61) xeter e.