HPG: Yekîneyên metropolan efserek û 5 polîs kuştin

Yekîneyên metropolan ên HPG'ê hin çalakî lidar xistin. Di encama çalakiyan de efserek û 5 polîs hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku li dijî êrîşên faşîst ên dewleta Tirk, yekîneyên wan ên metropolan hin çalakî lidar xistine.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, çalakiyên li Antalyayê ji bo bersivdayînê hatin lidarxistin, ji aliyê medya şerê taybet ve tên veşartin.

Li gorî daxuyaniya HPG'ê, roja 29'ê Cotmehê li navçeya Alanya ya Antalyayê li dijî wesayîteke leşkerî ya sivîl çalakiyek hate lidarxistin û di encamê de efserek hate kuştin, serdarek û efserek jî birîndar bûn.

Hat ragihandin, medya şerê taybet ev çalakî weke qezayê weşand û bi vî rengî hewl da çalakiyê binixumîne.

Di destpêka meha Mijdarê de, li qada daristanî ya navçeya Kemer a Antalyayê, yekîneyên metropolan ê HPG'ê ji cihekî nêz li dijî yekîneyên ewlekariyê yên di nava tevgerê de bûn, çalakî pêk anîn. Di şerê li vir de qada daristanî şewitî, lê encama çalakiyê nehat zelalkirin.

Navendê diyar kir, li taxa Hûrma ya navenda bajarê Antalyayê jî roja 16'ê Mijdarê çalakiyek li dijî ATM hat lidarxistin. Piştî vê çalakiyê tîmek polîsan hat cihê bûyerê û li dijî van polîsan çalakî hat kirin. Di encamê de 5 polîs hatin kuştin.

Navendê got, "Di vî şerî de hevalê me Rojvan Axîn şehîd bûye" û hevalekî me bi birîndarî dîl hatiye girtin.

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku Rojvan Axîn ê bi hestên kûr ên welatparêziyê mezin bû, bi hesasiyeteke mezin tevlî nava têkoşînê bû û li qadên herî zehmet bi ekra xwe rabû. 

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest da bi vî rengî ye:

Nasnav: Rojvan Axîn
Nav paşnav: kadîr Akdogan
Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Hîkmet-Celal
Dem û cihê şehadetê: 16'ê Mijdara 2016 / Antalya