Dozgeriya Tirk dixwaze 230 sal cezayê girtîgehê li Kişanak bibire

Dozgeriya Tirk, li dijî Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Kişanak gilînameyek amade kir û xwest, Kişanak bi 230 sal cezayê girtîgehê were cezakirin.

Serdozgeriya Komarê ya Tirk a li Amedê, li dijî Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak a 30'ê Cotmehê hate girtin û ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hate kirin, gilîname amade kir.

Gilînameya ji 21 rûpelan pêk tê, ji 8. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê re hate şandin. Di gilînameyê de Kişanak bi van îdîayan tê sûcdarkirin: "Rêxistin ava kiriye û bi rê ve biriye", "Bi rengekî bêçek tevlî meş û civînên li derveyî qanûnan bûye û tevî hişyariyan jî ji ber xwe ve belav nebûye" û 41 caran "propaganda rêxistinê" kiriye. Dozgeriya Tirk li gorî van îdîayên xwe dixwaze 230 sal cezayê girtîgehê li Kişanak were birîn. Di gilînameyê de Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) weke 'rêxistinek li derveyî qanûnan' hat nîşandan û hat îdîakirin ku Kişanak di nava KCD'ê de rêveber e.

Meş, mîtîng û xebatên di dema parlamenteriyê de tevlî bû, weke sûc hate nîşandan. Wekî din, tevlîbûna li merasîma şervanên YPJ/YPG ên li dijî DAIŞ'ê di şer de jiyana xwe ji dest dan, weke 'sûc' hate dîtin.

Wêneyên ku nîşan didin Kişanak tevlî merasîma cenazeyê dayika Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Alî Haydar Kaytan, Gulîzar Kaytan bûye, weke "propaganda rêxistinê" di gilînameyê de hate bicihkirin.

Her wiha paqijkirina gorên PKK'yiyan û rapora li ser hilweşîna li Sûrê di gilînameyê de hatin bicihkirin.