Ji bo Balûken daxwaza cezayê girtîgehê yê heta hetayî tê xwestin

Ji bo Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken, bi daxwaza “Cezayê girtîgehê yê heta hetayê” doz hate vekirin. Dosya, bi daxwaza yekirinê şandin Dadgeha Cezayê Giran a Amedê.

Derbarê Serokwekîlê Koma HDP'ê û Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken de, bi daxwaza cezayê heta hetayê û 15 sal cezayê hepsê doz hat vekirin. Di daxuyaniya nivîskî ya bi îmzeya Serdozgerê Komarê ya Çewlîgê Ahmet Bektaş de, hat diyarkirin ku destnedayîna Îdrîs Balûken ji aliyê TBMM'yê hatiye betalkirin, di çarçoveya lêpirsîna amadekariyê de, hemû kirariyên lêpirsînê û kêmaniyên wê hatine temamkirin.

Daxuyaniya Serdozger Bektaş wiha ye:"Di der barê gumanbar de, di 18/11/2016'an de bi tawanbariyên wek; Xerakirina Yekîtî û Yekpareyiya Dewletê û Welat, Endamtiya Rêxistina Terorî ya Çekdarî, Propagandaya Rêxistina Terorî, Bêyî Çek Beşdarî Civîn û Xwepêşandanên Derqanûnî Bûye û Li Gel Hemû Bangan Jî Belav Nebûne, ji aliyê 2. Dadgeha Cezayê Giran a Çewlîgê doza cemaweriyê hatiye vekirin. Ji ber doz ji aliyê dadgehê ve hatiye qebûlkirin û ji ber hin sûcên îstînadî gumanbar tên kirin, li bajarê Amedê pêk hatine, Dadgeha Cezayê Giran a Amedê jî der barê gumanbar de doz vekiriye. Ji bo yekirina van dosyeyan, der barê dosyeyê de Biryara Bêselahiyetê hatiye dayîn û dosye ji ber sûçên Terorî yên Amedê ji Dadgeha Cezayê Giran a Amedê re hatiye şandin."