Gelê Minbicê oxira 4 şehîdên xwe hilanî

Gelê Minbicê, 4 şehîdên xwe li gundê Ebû Qelqelê ber bi bêdawiyê şandin.

Bi sedan kesî ji bo wergirtina cenazeyên Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed El-Hemam (Ebû Beşar), Edî El-Salim (Edî Minbic), Xelef El-Umer (Xelef Minbic), Fadî Ehmed (Fadî Minbic) ku li rojavayê MInbicê şehîd bûn, li ber nexweşxaneya leşkerî ya li Kobanê kom bûn.

Piştî wergirtina cenazeyên şehîdan, girse ber bi gundê Ebû Qelqelê ket ser rê.

Dema girseyê xwe gihand ser goristanê, li vir deqeyekê ji bo şehîdên şoreş û azadiyê rêz girtin. Dûvre Hevserokê Meclîsa Sivîlan a Minbicê Farûq El Maşî, Fermandarê Tûgaya Cund El Heremeyn Îbrahîm El Rebî, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Xelef El Casim axivîn.

Di axaftinan de ji malbatan re sersaxî hat xwestin, hat diyarkirin ku li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo parastina gel û xaka xwe canê xwe feda kirine.

Piştî axaftinan belgeyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de şehîd bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” hatin veşartin.