Qeyûmê li Bedlîsê nahêle gel şîroveyan bike

Ahmet Çinar ku weke qeyûm li Şaredariya Bedlîsê hate bicihkirin, weke karê destpêkê hesabên medya civakî yên şaredariyê li şîroveyan girt.

Ahmet Çinar ê ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirk ve weke qeyûm li Şaredariya Bedlîsê hate bicihkirin, rûpela Facebookê ya Şaredariyê li şîroveyan girt.

Li ser vê malpera fermî ya şaredariyê, rexne û daxwazên gel ên ji bo xizmetê dihat nivîsandin. Qeyûm Çinar ji ber rexneyên "Gelo wijdanê de rehet e?", "We vîna me tine dîtin", hesab li şîroveyan girt.

Çinar ku di hesabê fermî de parvekirinên li dijî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê weşand, bi vê hewldana xwe re pêşî li bilêvkirina rexne û daxwazên gel girt.