'Ne ji HPG û YPG'ê bûya, kes li Şengalê sax nedima'

Şervanê YBŞ'ê Dilxwaz Girzerik, ku di êrîşa çeteyan a 3'ê Tebaxa 2014'an de piraniya malbata wî ya ji 9 kesan kete destê DAIŞ'ê got, "Eger heval bi hawara me ve nehatibûna, îro kes li Şengalê sax nedima."

Yek ji mînakên herî trajîk ên fermana dawî ya li dijî Êzidiyan, çîroka şervanê YBŞ'ê Dilxwaz Girzerik e, ku îxanet û bêçaretiyê, hêvî û lehengiyê baş vedibêje.

Girzerik ê ji malbata 9 kesî ye û ji blî wî û xwişka wî hemû ferdên malbatê ketine destê çeteyên DAIŞ'ê, got "Eger heval bi hawara me ve nehatibûna, îro kes li Şengalê sax nedima. Civak û baweriya Êzidiyan wê tine bibûya."

Girzerik da xuyakirin, ku dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundê Koço kir, malbata wî li gund bû û got, "Dayik, bav û xwişk-birayên min ketin destê çeteyan. Tenê ez û xwişka min ku di dema êrîşa çeteyan de em ne li gund bûn, rizgar bûn. Tevî xwişka xwe em li gundê Solakê bûn. Piştî êrîşa çeteyan me ti agahî ji malbata xwe negirtin. Min hewl dida ji her kesên ji çeteyan rizgar bûne rewşê bipirsim. Lê min ti agahî ji wan negirt. Ne tenê ji malbata min, me agahî ji ti kesekî li gundê Koço negirt. Ji wî gundî mirovekî bi tenê jî rizgar nebû. Dijîn, najîn, rewşa wan çi ye? Em pê nizanin."

'HER KES DIZANE YÊN EW FIROTINE Û YÊN JI BO WAN ŞER KIRINE, KÎ NE'

Girzerik da xuyakirin, her kesî dîtin bê kesên dixwazin wê wan biparêzin çawa reviyane û got, "Her kesî dît, yên digotin wê Êzidiyan biparêzin çawa reviyan. Eger hêzên YPG û HPG'ê bi hawara me ve nehatibûna, ti ji me sax nedima. Piştî ku heval hatin, korîdor vekirin û dest bi parastina çiyayê Şengalê kirin, ji bo me cihekî ewle çêbû. Dema ku komkujî pêk hat, ferman bi serê me ve rabû û ji bilî êş û bêçaretiyê tiştek ti nebû, hingî hevalên HPG û YPG'yî bi me re bûn. Ji bilî wan kesek ne li cem me bûn. Her kesî em terikandibûn."

'ÊDÎ HÊZA EM KARIBIN XWE PÊ BIPARÊZIN HEYE, YBŞ HEYE'

Girzerik anî ziman, perwerdeya wan gelekî erênî derbas bûye û got, "Divê Êzidî jî li cih û warên xwe vegerin. Perwerdeya me gelekî erênî derbas dibe. Hem ji aliyê bîrdozî, hem jî leşkerî em hînî gelek tiştan dibin. Piştî perwerdeyê em dixwazin tevlî pêngavê bibin û gund û mirovên xwe yên dîlgirtî rizgar bikin.

Ez bang li gelê me yê li Duhok, Zaxo û li derveyî Şengalê ne dikim, ku li axa xwe vegerin. Êdî ti sedem nîne ku ew li wan deran bimînin. Bila vegerin, tevlî parastina Şengalê bibin û cih û warê xwe ji nû ve ava bikin. Êdî hêza wan biparêze, meclîsa karibe Şengal a azad ava bike hene. YBŞ heye, Meclîsa Damezrîner a Şengalê heye."

Girzerik destnîşan kir, ku ew ê ji niha û pê ve bi hêza xwe, xwe biparêzin û bi rê ve bibin.