AKP qeyûman peyda nake!
Hevserokên şaredariya Norşînê hatin girtin lê AKP’ê qeyûmên ku bîne ser şaredariyê peyda nekir.
Hevserokên şaredariya Norşînê hatin girtin lê AKP’ê qeyûmên ku bîne ser şaredariyê peyda nekir.
Hevserokên Şaredariya Norşînê ya Bedlîsê Mehmet Emîn Ozkan û Senaya Ata heftiya bihurî hatibûn binçavkirin û piştre hatibûn girtin. Hevserok ji hêla Wezareta Karê Hundir ve ji kar hatin kirin.
Wezareta Karê Hundir beriya ku hevserokên şaredariyên DBP’ê bigire qeyûm dianî ser lê li gel ku 2 hefte di ser re bihurîne jî bi fermî hê qeyûm neanîne ser şaredariya navçeyê.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin kesên ku wezaretê ew weke qeyûm diyar kirin, ev peywir qebûl nekirine. Piştî vê jî wezaretê ji AKP’yiyan re gotiye, ‘di nav xwe de yekî hilbijêrin’ Meclîsa Şaredariyê ku piranî ji AKP’ê pêk tê li ser vê pêşniyarê civiyan lê belê hê qeyûmek dernexistine.