Li Êlihê 6 kes hatin girtin

Li Êlihê ji 7 kesên ku hefteya borî hatibûn binçavkirin 6 kes hatin girtin. Li Berwariyê jî 3 HDP’yî hatin binçavkirin.

Li Êlihê 7 kesên ku alîkarê Serokê HDP’ê yê Bajarê Huseyîn Akman, ku di hefteya borî de hatibûn binçavkirin birin dozgeriyê.

Ji 7 kesên ku karûbarên wan li dozgeriyê temam bûn û şûn da, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin, 6 kes bi îdîayên “Endamên rêxistinê” û “Alîkarî dayîna rêxistinê” hatin girtin.

Kesek hate berdan, ên din jî şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa M a Êlihê.

Li navçeya Berwarî ya Sêrtê jî bi ser malande hatin girtin.

Di operasyona bi ser malan de hevserokê HDP’ê yê navçeyê Abdullah Gundoglû, rêveberên HDP’ê yên navçeyê Îhsan Gurmymak û Nazmiye Guzel hatin binçavkirin.

Kesên ku hatin binçavkirin birin Midûryeta Emniyetê ya Navçeyê.