Ebû Hecî ku çar keçên wî şehîd in: Neviyên min wê şûna wan dagirin

Navê wî Silêman e. 90 salî ye. Her kes wî weke Ebû Hecî nas dike. Li Rojava, ya jî li Helebê, yek ji mirovên destpêkê ye ku Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kiriye.

Navê wî Silêman e. 90 salî ye. Her kes wî weke Ebû Hecî nas dike. Li Rojava, ya jî li Helebê, yek ji mirovên destpêkê ye ku Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kiriye. Keça wî Dayika Fatma berî hefteyekê di 11'ê Mijdarê de li gundê Sorkê yê navçeya Raco ya Efrînê, dema li dijî dagirkeriya leşkerên Tirk nobed digirt, bi fîşkeên leşkerên Tirk birîndar bû. Bi birîndarî ew rakirin nexweşxaneyê. Bi qasî hefteyekê li nexweşxaneyê ma û hewl da bijî. Lê tevî hemû hewldanan jî nekarî bê rizgarkirin, şehîd bû.

Dayika Fatma keça çaran a Ebû Hecî ye ku şehîd dibe. Beriya Dayika Fatma keçên wî Fîdan, Canda û Rûmet şehîd bûn.

Fîdan di sala 1992'an de li Çiyayê Nûrheqê yê eyaleta Başûrrojava şehîd bû. Rûmet jî di sala 1998'an de li Metîna Şehîd bû. Keça din a Ebû Hecî Canda jî li Hecî Umranê şehîd bû.

Dayika Fatma mîna xwişkên xwe derneketibû serê çiyê. Zewicî bû, bûbû xwedî mal û zarokan. Lê belê dema ku mirin hêsan bûbû, deriyên zîndanên rejîmê heta dawiyê li Kurdan vekirî bûn, bêyî Dayika Fatma ti çalakî nedihat lidarxistin. Gelek caran hate girtin û bi rojan di lêpirsînê de ma. Lê ti carî ji rêya xwişkên xwe derneket.

Di sala 2012'an de piştî ku Şoreşa Rojava pêk hat, carna çeteyan, carna jî rejîmê êrîşî Şêx Meqsûdê kirin. Di wê demê de dest ji Heleb û Şêx Meqsûdê berneda. Bi mehan li Mêx Meqsûdê di nava dorpêçiyê de ma. Carna na jî bi destê wan nediket. Bê elektrîk, bê av ma. Hevser û zarokên xwe şand gund. Lê belê ew bi tena serê xwe li Helebê, li Şêx Meqsûdê ma. Li vê derê bersiv da pêdiviyên YPG û YPJ'yiyan. Karê Meclîsê û jinan meşand.

Dema Heleb û Efrîn dorpêçkirî bûn, me nanê dayika Fatma dixwarin, çaya wê vedixwarin. Em bi wê re çûn gelek cihan. Carna dida pêş min û rêbertî ji min re dikir. Gelek rîsk dida pêş çavên xwe.

Piştî şehadeta wê, em bi bavê wê Ebû Hecî re axivîn: "Xwezî çend keç û kurên min mîna wê hebûna û ew jî bibûna bûk û zavayên Kurdistanê û çiyayên me. Dibe ku êdî zarokên min nînin, lê neviyên min hene. Neviyên min wê bikevin şûna wan û her tim nîşanî min bidin ku em di nava vê dozê de ne. Bi sedan malbatên mîna min, mîna me hene li Kurdistanê. Rêyeke bi tenê li pêşiya me ye; xebat, têkoşîn û bi ser xistina şoreşa me. Ji bilî vê rêyeke me, ji bilî vê rizgariya me nîne."

Ya rast min dixwest hinekî moralê bidim Ebû Hecî. Lê wî moral dida min. Bawerim her kesên ji bo sersaxiyê diçûn cem wî, bi heman hest û moralê radibûn.

Ez piştre bi kurê biçûk ê Dayika Fatma Kendal re axivîm. Kendal li cem min mezin bû. Niha jî nûçegihan, rojnamevanekî baş e. Kendal hê nû ciwan bû, li Helebê di sala 2012'an de li Eşrefiyeyê birîndar bû. Piştî demeke kurt baş bû û karê xwe dewam kir. Û sal bihurand û mezin bû. Bi êşa dayika xwe, hinekî din jî mezin bûye. Ji ber ku bi gotinên mirovên leheng û wêrek daxivî. Kendal dibêje, "Hevalê Seyît, beriya bêm vê derê ez çûm şehîdgehê. Li şûna te min destegulek danî ser gora dayika xwe. Ji ber ku ez zanim, eger tu li vir bûya, te yê jî ev bikira. Ji ber ku timî qala rojên dorpêçiyê dikir û qala te dikir." 

Min careke din hêza xwediyên berxwedana Kurdistanê dît. Min careke din bawer kir ku xwediyên vê dozê wê bi ser bikevin. Ez zanim, ku yên bawer nekin, wê lenet lê bê. Mîna demên bihurî. Ez dizanim ku yên ji bo biserneketina vê dozê ketin nava hewldanan, aqûbeta wan nebaş bû.

Bavê wê dibê, "Xwezî hê bêhtir kur û keçên min hebûna, min di oxira vê dozê de bikira diyarî". Kurê wê jî bi qasî kalê xwe xurt e, berxwedêr e. Tevî ku emrê wî hê gelekî ciwan e. Lewma ev doz, doza azadiyê wê bi ser bikeve. Ji ber ku di nav de can, xwîn, ked, rondik, hesret û bawerî heye.