Nasnameya 4 gerîlayên YJA Starê hate eşkerekirin
HPG'e nasnameya 4 gerîlayên YJA Starê yên li herêma Cûdî ya Şirnexê di şerê 24'ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
HPG'e nasnameya 4 gerîlayên YJA Starê yên li herêma Cûdî ya Şirnexê di şerê 24'ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, artêşa Tirk roja 28'ê Mijdarê li mintiqeya Zerzan, Hecîbeg û Qebra Zahir a Şemzînanê derketiye operasyonê.
Navendê diyar kir, artêşa Tirk ev 2 roj in li qadên Girê Hêrmo û Hesena yên navçeya Silopiya ya Şirnexê operasyona hewayî pêk tîne.
Li gorî daxuyaniyê, roja 29'ê Mijdarê bi hawanan çalakî li dijî leşkerên li girê Elîşêr ê li herêma Oremarê hat lidarxistin, lê encama vê çalakiyê zelal nebû. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi helîkopterên bi tîpa Skorsky mirî û birîndarên xwe rakir.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, roja 28'ê Mijdarê balafirên şer ên artêşa Tirk mintiqeyên Lelîlak û Geliyê Reş, quntarên çiyayê Karker ên li herêma Xakurkê bombe kirin. Heman rojê bombe li dora gundê Ergene yê li herêma Garê barandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser nasnameya 4 gerîlayên YJA Starê yên roja 24'ê Mijdarê li herêma Cûdî di şer de jiyana xwe ji dest dan, ev agahî da:
Nasnav: Diyana Reşîd
Nav paşnav: Kader Şahîn
Cihê ji dayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Naîle-Mehmet Alî Şanîn
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Mijdara 2016 / Şirnex
Nasnav: Elefterya Cûdî
Nav paşnav: Medîne Tayşûn
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Naciye-Salîh
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Mijdara 2016 / Şirnex
Nasnav: Havîn Zîlan
Nav paşnav: Pîroz Salici
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Bediye-Omer
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Mijdara 2016 / Şirnex
Nasnav: Roza Gabar
Nav paşnav: Garîp Oztayan
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Sevdîn-Hîkmet
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Mijdara 2016 / Şirnex