‘Dikarin me dîl bigirin, lê nikarin me ji têkoşîna azadiyê bidin vegerandin’

DBP’ê bi zimanekî tund girtina Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk şermezar kir, diyar kir ku qet nikarin wan ji têkoşîna azadiyê vegerînin, banga bilindkirina têkoşîna hevpar kirin.

Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî girtina Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha got: “Li gel girtina Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, operasyona dîlgirtinê gihiştiye lûtkeya herî bilind.” Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

‘BI SALAN LI BER XWE DAN HETA HATIN VAN ROJAN’

“Ahmet Turk yek ji siyasetmedarên ku hem ji bo gelê Kurd û hem jî ji bo gelên Tirkiyeyê rola nuqteya hevpar a li hevkirinê pêk dianî. Tevî ku ev ji aliyê hemû beşên demokrasiyê ve dihate zanîn jî bêtehmûliya Serokkomar û AKP’ê ya li dijî siyasetmedarên Kurd, bi rastî li dijî hêviyên aştî û hermên siyaseta demokratîk dixwazin ji welatê me bidin rakirine. Nexasim Ahmet Turk di tevahî jiyana xwe de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane çareser bibe têkoşîn kir û berdêl daye.

Hikûmeta AKP’ê bi girtina Ahemt Turk ê ku di civakê de bi aştiyê tê naskirin peyama şer a heta dawiyê da. AKP ya ku polîtkayên teslîm girtinê ferz dike, tiştekî bi welat nade qezençkirin, em dixwazin bi bîr bînin ku wê hê zêdetir xwîn birije û rondikên çavan bên xwar. Ahmet Turk û siyasetmedarên din ên ku hatin dîlgirtin, li dijî van polîtîkayên îmha û înkarê bi salan li ber xwe dane û gihiştine van rojan.”

‘QET JI TÊKOŞÎNA AZADIYÊ VENGERIN’

Di dawiya daxuyaniya DBP’ê de ev peyam hatin dayîn:

“Îro polîs,leşker û daraz bi zextan dikarin me dîl bigirin lê qet û qet nikarin me ji têkoşîna azadiyê vegerînin. Girtina Ahmet Turk a çinara demokrasî û aştiyê bi tundî şermezar dikin, li dijî AKP û bêhiqûqiya wê ya ku dixwaze welatê me di nava xwînê de bifetisîne bang li hemû beşdên demokrat dikin ku têkoşîna hevpar bilind bikin.”