Nûçeya Lezgîn: Ji Rêveberiya Tevgerê di salvegera merasîma şewitandina çekan de daxuyaniya girîng
NÛ BÛ

Ahmet Turk hate girtin

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê ku bi biryara Wezareta Karê Hundir ji kar hate girtin û li şûn wî qeyûm hate wezîfedarkirin, bi hinceta “Endamê rêxistinê” hate girtin.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê ku bi biryara Wezareta Karê Hundir ji kar hate girtin û li şûn wî qeyûm hate wezîfedarkirin, bi hinceta “Endamê rêxistinê” hate girtin. Turk ê ku bi rojan li Şaxê Têkoşîna Bi Terorê ya Midûryeta Emniyeta Mêrdînê hate ragirtin, vê sibehê sewqî dozgeriyê hate kirin. Turk ê ku li emniyetê îfade neda û mafê xwe yê bêdengbûnê bikar anî, piştî îfadeya li dozgeriyê û şûn de bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. Turk ê ku îfadeya wî ji aliyê 2. Dadgeriya Ceza ya Sulh a Mêrdînê ve hate girtin, bi hinceta “Endamê rêxistinê” hate girtin.

‘BI HINCETÊN PÊKENÎN HAT GIRTIN’

Dadgehê biryara girtinê Turk sipart hincetên mîna; wesayîtên şaredariyê ji bo çêkirina goristanên li Bagok û di karanînê çalakiyên bombeyî de, mûçeyên karkeran kêmkirin û şandina ji têxistinê re, bi vê yekê ji “Endamtiya rêxistinê” hate girtin.

Piştî girtinê û şûn de ji parêzerên Turk Huseyîn Cangîr daxuyanî da û diyar kir ku ti bingehê van hincetan nîne û hemû derewe, hincetên pêkenînê ne, bal kişand ku biryar bi temamî siyasî ye.

Parêzer têkildarî şandin Turk a kijan girtigehê jî wiha got: “Em niha tiştekî nizan in. Di mercên asayî de divê bibin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, lê dibe ku bişînin girtîgehî tû jî.”