Nûçeya Lezgîn: Ji Rêveberiya Tevgerê di salvegera merasîma şewitandina çekan de daxuyaniya girîng

Li Çelê tankek hat rûxandin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li dora girê Şehîd Zekî yê navçeya Çelê çalakiyek pêk anîn û di encamê de tankek îmha kirin, 2 leşker jî kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, hêzên gerîla roja 23'ê Mijdarê li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li herêma navbera Govendê û Bêgaltê yên li navçeya Geverê çalakiyek pêk anîn.

Li gorî daxuyaniyê, bi çekên giran û ferdî derb li wesayîteke bi tîpa Reo hat xistin, lê encam zelal nebû.

Di heman rojê de, hêzên YJA Starê bi çekên giran li 2 wesayîtên ji qereqola Zeytê diçû Dola Zeytê xistin. Di vê çalakiyê de derb li yek ji van wesayîtan ket, lê encam zelal nebû.

23'ê Mijdarê, hêzên gerîla li dijî komek leşkerên li dora girê Şehîd Zekî yê Çelê li hev kom bûbûn û tankek li vir, çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de tank hat rûxandin, 2 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Heman rojê, balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li Geliyê Ergenê yê herêma Garê barandin.

Operasyona artêşa Tirk a roja 21'ê Mijdarê li herêma Bestayê hat destpêkirin, îro bi rengekî binketî qediya.

Artêşa Tirk li herêma Cûdî dest bi operasyonekê kiriye.