Şervanên YPG’ê bi merasîmekî heybet hatin oxirkirin
Cenazeyên 10 şervanên YPG’ê ku di demên cûda de li Til Hemîsê jiyana xwe ji dest dabûn, li goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi merasîmeke heybet ber bi rêwîstiya dawî ve hatin oxirkirin.
Cenazeyên 10 şervanên YPG’ê ku di demên cûda de li Til Hemîsê jiyana xwe ji dest dabûn, li goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi merasîmeke heybet ber bi rêwîstiya dawî ve hatin oxirkirin.
Bi hezaran welatiyên bajarê Qamişlo beşdarî merasîma oxirkirina 10 şervanên YPG’ê yên ku di demên cûda de li Til Hemîsê jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Delîl Sarûxan ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.
Li goristanê ji aliyê şervanên YPG’ê ve merasîm leşkerî hate lidarxistin. Piştre Hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Sîham Salih ewilê axivî û wiha got: ″Em bi şehîdên xwe ser bilind in û şehadeta lehengan li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin û hemû şervanên azadiyê ku niha li çeperên şerê li ber xwe didin pîroz dikin, bi bawerîn wê doza gelê Kurd bi qehremantiya ciwanên me biser bikeve.”
Di heman demê de Femendara Gîştî ya YPG û YPJ′ê Evîndar Qamişlo sersaxî ji hemû malbatên têkoşeran re xwest û wiha anî ziman: ″Em bejna xwe li hember lehengên xwe ditewînin. Em soz didin ku em ê her tim şopadarên rêya wan bin. Heta em welatê rizgar bikin, em ti carî ranawistin.”
Piştî axaftinan nasnameya şehîd çekdar ji aliyê endamê saziya malbatê şehîdan hate xwandin û radestî malbata wî hat kirin.
piştre jî şervanên azadiyê li gel tilîlî û dirûşmeyan hatin definkirin.