MLKP Rojava KKO: Em azadiya jinê gav bi gav mezin dikin

Rêxistina Jinê ya Komunîst (KKO) a MLKP Rojava têkîldarî 25’ê Mijdarê daxuyanî da û got; “Em azadiya jinê jî gav bi gav mezin dikin. Em ê zihniyeta zilamserwer a ku jinê tine dihesibîne têk bibin. Em ê dawiyê li tundiya DAÎŞ’ê bînin.”

Rêxistina Jinê ya Komunîst (KKO) a MLKP Rojava bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin;

“Di avakirina şoreşê û têkoşîna azadiya jinê de em ji jinên cîhanê re dibin hêvî. Em rolên dîrokî yên li jinê hatiye birîn berevajî dikin, li dijî DAÎŞ û çeteyên wê yên hevkar bi çekdarî şerê xwe didomînin. Em ji kujerên DAÎŞ’ê yên ku bi êrîşên xwe yên tundî, destavêj û qetlîamê herî zêde jinan dike hedef, hesab dixwazin. Em çeteyên DAÎŞ’ê gav bi gav ji axên Rojava û Sûriyeyê davêjin. Bi paqijkirina axên dagirkirî ve, em gav bi gav azadiya jinê jî mezin dikin. Her jinên ku li Girê Spî, Şeddadê, Minbic û niha jî Reqayê ku ji dest çeteyên DAÎŞ’ê tên rizgarkirin, ji wê zihniyeta tarî gavê davêjin azadiyê.

Şoreşa me ya Rojava ya ku li Rojhilata Navîn mîna sembola berxwedanê ye, wek şoreşek jinê bi pêş dikeve. Em di siyasetê, jiyana civakî de bi mafê xwe yê nûnertiyê, di qada hiqûqî de bi destkeftiyên xwe ve em newekheviya dîrokî ya cinsê xwe serobino bikin, bi nasnameya jina azad ve em civaka azad ava dikin.”

Di daxuyaniyê de meşa azadiyê ya ji Minbicê ber bi Reqayê hat destnîşankirin û wiha hat gotin; “Li dijî tundî û faşîzma zilamserwer a paşverû ku mafê jiyanê nade jinê, em di her çeperê de îsyana jinê mezin dikin. Em ti carî serî li ber faşîzma DAÎŞ’ê netewînin, ti carî ji têkoşînê bi paş ve gavê navêjin. Em ê bi şer, berxwedan, bi pêşengbûnê dawiyê li tundiya DAÎŞ’ê bînin.”

‘EM Ê TÊK BIBIN!’

Rêxistina Jinê ya Komunîst (KKO) a MLKP Rojava di dawiya daxuyaniya xwe de ev peyam dan:

“Di roja 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de em careke din sozê didin ku em ê zihniyeta zilamserwer a ku jinê tine dihesibînin têk bibin. Ev ji bo şehîdên me yên jin ên ku vê Rojava bi lehengtiya xwe azad kirin soza me ye.”