Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku dewleta Tirk bi salane di nava hewldanên dagirkirina xaka Sûriyeyê de ye.
Fermandariya Giştî ya QSD’ê diyar kir ku hewldana dagirkeriyê bi navê ‘Bertala Firatê’ oparasyona dagirkeriyê bi awayekî fermî daye destpê kirin û wiha got: “Yekser axa Sûriyê dagir dike û hêzên xwe di bin navê şerê li dijî terorê de derbasî Bakurê Helebê kirine. Şerê wan jî şanoyên radestkirina û girtina herêmê pêk tê. Lê diyar bû ku armanca wan a sereke ew e ku girtina xaka ku ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hatine rizgarkirin. Hêzên Meclîsa leşkerî ya Minbicê hedef digirin û hin gundên ku ji aliyê wan ve hatibûn rizgarkirin dagir kirine. Ji êrîşên wan diyar bû ku niyeta Tirkiyê ew e ku Minbic a hatî rizgarkirî dagir bike.
Di daxuyaniya ku me 20’ê Mijdarê de dabû, piştî ku erka me ya piştgiriyê bi Melîsa Leşkerî ya Minbicê re bi dawî bû û şûn de, em ê derbasî Rojhilatê Firatê bibin.
Eger di rewşa heyî de êrîş û metirsiya li herêmê dewam bike, em ê erka piştgiriya Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bikin. Piştî êrîşa arêtşa Tirk û çeteyên girêdayî wê ku li dijî Melcîsa Leşkerî ya Minbicê pêk hatin, em amadene alîkariya hêzên Minbicê bikin û di heman xendeqê de bersiva dagirkeran û çeteyên wan bidin.
Em bang li hêzên koalîsyona navneteweyî ya di pêşengtiya DYA’yê de erka xwe ya li hember Meclîsa Leşkerî ya Minbicê pêk bînin û erka xwe ya parastina gelê Minbicê bi cih bîne.