Dewreyeke din a Akademiya Derwêşê Evdî qediya

Bi dehan ciwanên Êzidî, perwerdeya xwe ya li Dewreya Şehîd Delîl a Akademiya Derwêşê Evdî qedandin û tevlî nava refên YBŞ'ê bûn.

Dewreya perwerdeya leşkerî û bîrdozî ku 2 mehan dewam kir, bi merasîmeke leşkerî qediya.

Yek ji fermandarên YBŞ'ê Êzidîn Şoreş li merasîmê axivî û dewreya nû ya ciwanên Êzidî pîroz kir. Şoreş got; "Îro ciwanên Êzidî di bin sîwana YBŞ’ê de xwe rêxistin û perwerde dikin. Her wiha ji bo carek din êrîş neyên ser civaka me tevlî YBŞ’ê dibin."
 
Êzidîn Şoreş diyar kir, her çiqas êrîşên ne merdane li dijî civaka Êzidî çêbûne jî, lê timî hebûna xwe parastine û wiha dewam kir: "Bila dijmin û her kes bizanibe her çiqasî ferman ser gelê me de jî hatiye, lê îro gelê me ne bi tenê ye û ne bê hêz e. Berevajî wê hîn xurtir û xwedî hêzekî ye ku îro bi tena serê xwe gund bi gund, cih bi cih xaka Êzidxanê ji destê çeteyên hov rizgar dike. Bi vî rengî wekî YBŞ em bersiva fermanê didin. Ji bo wê bila cîhan hemû zanibe ku îro Êzidxan ne bi tenê ye, YBŞ û YJŞ bi hezaran ciwan parêzvanên vê xak û olî ne."
  
Piştî axaftinê ciwanan bawernameyên xwe girtin.
 
Di dawiya merasîmê de şervanan dirûşmên 'Bê Serok Jiyan Nabe' û 'Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok' qîriyan û derbasî cihên xwe yên di nava refên YBŞ'ê de bûn.