‘Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê têkoşînek mirovahiyê ye’

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bang kir ku têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê pêwîst e wek têkoşînek mirovahî, demokrasî û azadiyê li her derê bê geşkirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, di Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de tundiya li dijî jinê şermezar kir, bang kir ku têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê pêwîst e wek têkoşînek mirovahî, demokrasî û azadiyê li her derê bê geşkirin.

KCK’ê diyar kir ku çavkaniya tevahî tundiyên dîroka mirovahiyê ji serwerî û tundiya li ser jinê ye, wiha pê de çû; “Wek çawa serweriya yekem û mêtingeriya yekem li ser jinê pêk hatiye, bi serweriya li ser jinê jî desthilatdarî hatiye xurtkirin, tundî hatiye giştîkirin. Li ser vî esasî jî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê têkoşînek gelekî girîng a civakî û siyasî ye. Bêyî têkoşîn li dijî tundiya li ser jinê bê dayîn, jiyanek azad û demokratîk çênabe. Bê guman, eger têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê li ser esasê têkoşîna azadiya jinê ya giştî wek têkoşînek azadî û demokrasiyê neyê bidestgirtin, ne mimkûn e ku tundiya li ser jinê ji holê bê rakirin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Ji ber jinê civakbûyina yekem daye avakirin, tundiya li ser jinê tundiya li ser tevahî civakbûyin û mirovahiyê ye” û wiha dewam kir; “Kêm dimîne ku mirov tundiya li ser jinê wek tundiyek takekes an jî cînsekî binirxîne. Li ser vî bingehî jî girîng e ku her tundiyê mirov wek li dijî civakê bibîne û li dij derkeve. Li jinekê dayîn, li tevahî civakê dayîne. Destrakirina li hember jinekê, destrakirina li dijî tevahî jinan, tevahî dayikan, tevahî xwişkan e. Pêwîst e li beramberî vê pirsgirêka ku pirsgirêka esasî ya civakê ye, tevahî civak hestewar be û bertekek hevpar bide. Yê destê xwe li jinekê radike her kî dibe bila bibe, nabe ku mirov bibêje me eleqedar nake û bêdeng bimîne. Ji şermezarkirinê heta tecrîdek civakî û heta destwerdanek yekser, pêwîst e ku bi ceribandina gelek rê û rêbazan tundî ji civakê bê avêtin.

Bêyî serîrakirina li dijî tundiya li ser jinê, ti civak, ti beş û ti kes nikare li dijî zexta li ser xwe derkeve; jiyanek azad û demokratîk bi dest bîne. Lewre jî, yên têkoşîna azadî û demokrasiyê didin di serî de jî pêwîst e li dijî tundiya li ser jinê rabin.”

KCK’ê bal kişand li ser van xisûsan:

“Rêber Apo, di her firsendê de destnîşan kiriye ku jin bingehê esasî ya jiyana civakî ye, wijdan, exlaq, azadî û jiyanek demokratîk wê bi azadiya jinê bi dest were, jina Kurd kiriye bingeh û pêşengê jiyana azad û demokratîk. Jina Kurd îro li cîhanê pêşengiya jiyana azad û demokratîk dike, têkoşînek wisa dimeşîne ku dikare koka tundiyê jî, her cure zext û mêtingeriyê jî bimiçîqîne. Lewma jina Kurd îro bûye rûmet û serbilindiya tevahî gelê Kurd. Li ser vî esasî, pêwîst e tevahî gelê Kurd li malê, kolanê, her qadên civakê li dijî tundiya li ser jinê rabin, bi vî şiklî jî nîşanî tevahî cîhanê bidin ku Kurdistan çavkaniya  azadî û demokrasiyê ye.

Divê tevahî jinên Kurd, jinên cîhanê bizanibin ku rêka ku wê tundiya li ser jinê ji holê rake têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li ser xeta azadiya jinê ye û pêwîst e li ser vî bingehî jî li her derê pêşengiya têkoşîna jiyana azad û demokratîk bidin.

Xeta azadiya jinê ya Rêber Apo, di serî de Kurdistan û Rojhilata Navîn wê  li tevahî cîhanê destpêkê bidawîkirina tundiya li ser jinê, wê di qedandina tevahî tundî û şeran de rolek dîrokî bilîze.”