Ji bo her du xwişk bijîn, pêwîstî bi 90 hezar TL heye!

Ji bo tedawiya Afşîn û Arjîn ku nexweşiya masûlke ya pê ketine gihîştiye asteke xetere, ji bo bên dermankirin pêwîstî bi 90 hezar TL heye.

Ji bo tedawiya Afşîn û Arjîn ku nexweşiya masûlke ya pê ketine gihîştiye asteke xetere, ji bo bên dermankirin pêwîstî bi 90 hezar TL heye.

Du zarokên Faysal Acar ên li Colemêrgê dijîn Afşîn (4) û Arjîn (12) di asteke xetere de nexweşên masûlke (lokodîstrofiye) ne.

Arjîn a ku heta 8 saliya xwe bedena xwe dilivan, bi kar danî, piştî ku nexweşî lê giran bû, êdî nikare ji nava nivînan derkeve û êşeke giran dikişîne. Dest û lingên Arjîn êdî pûç bûne. Jiyana xwe jî bi alîkariya dê û bavê xwe didomîne. Arjîn ku tedawiya wê gelekî zehmet e, dibe ku di her kêliyê de çavên xwe li jiyanê bigire.

Afşîn a 4 salî jî mîna xwişka xwe ya mezin bi heman nexweşiyê ketiye. Asta nexweşiyê ya Afşîn niha ji sedî 30 e. Eger bi rêk û pêk karibe bê tedawîkirin, dibe ku nexweşiya wê ji holê were rakirin.

Ji bo Afşîn bê dermankirin, divê her meh bi rêk û pêk biçe nexweşxaneya li Enqereyê. Lê belê ji ber nebûna derfetên madî, malbata Acar nikare Afşîna xwe ya biçûk tedawî bike. Malbat li benda alîkariya xêrxwazan e.

Zarokên malbata Acar her roj li pêş çavên dê û bavê xwe dihelin. Bav Faysal Acar da xuyakirin, ku tedawiya Arjîn êdî gelekî zehmet e, lê ji bo tedawiya keça wan ab içûk Afşîn pêwîstî bi 70 hezar TL heye. 

Bav Acar anî ziman, ji bo êşên keça wan a mezin dikişîne sivik bibe, derman pêwîst e, lê belê buhayê van dermanan zêde ye, lewma nikarin peyda bikin. Bav Acar got, "Ji bo tedawîkirina Afşînê pêwîstî bi 70 hezar TL hyee. Derman gelekî biha ye, em nikarin bikin. Ji bo Afşîn were dermankirin û êşên Arjînê werin sivikkirin, pêwîstî bi 90 hezar TL heye... Eger em karibin vî pereyî peyda bikin, wê keça min a biçûk rizgar bibe û êşên a mezin jî sivik bibin."

BANGA ALÎKARIYÊ

Bav Faysal Acar û dayik Aysel Acar, ku heta niha ji bo tedawîkirina keçên xwe her tiştên mala xwe firotin e û êdî tiştekî wan ê firotinê jî nema ye, banga alîkariyê li xêrxwazan kirin.

IBAN HESAP: TR 460006400000185000565148 Faysal Acar

Faysal Acar, TEL: 0535 416 80 88