Darizandina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş dest pê kir
Doza bi îdîaya "biçûkxistina dewletê" li Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hatiye vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê dest pê kir.
Doza bi îdîaya "biçûkxistina dewletê" li Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hatiye vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê dest pê kir.
Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê tê girtin, bi rêya sîstema dîmen a bi navê SEGBÎS'ê tevlî rûniştinê bû.
Parêzeran dan xuyakirin, ku ji ber parlamenter e mafê destnedana qanûndanînê ya Demîrtaş heye û xwestin darizandina wî bê sekinandin.
Parêzeran xwestin Demîrtaş bînin girtîgeha li Mêrdînê, darizandina wî derhal bê sekinandin û yekser bê berdan. Lê ev daxwaz nehat qebûlkirin.
Demîrtaş di rûniştina dozê de xwe parast û diyar kir, ew di nava şert û mercên zehmet de neçar ma ye parastina xwe amade bike. Demîrtaş got, "Beşek ji parêzeran li salona dadgehê, beşek jî li cem min e. Ez nikarim têkiliyên bi parêzerên xwe yên li salona dadgehê ne, têkiliyê deynim."
Demîrtaş da zanîn, di gilînameyê de ti beşek li ser rexnekirina Komarê û Meclîsê nîne û got, "Axaftina min ji bo rexnekirina hikûmeta Ahmet Davûtoglû û banga li hikûmetê ye."
Demîrtaş diyar kir, di dîroka Komarê de yekemcar bi xaleke demkî mafê destnedana parlamenterên HDP'ê hatiye rakirin û got, "Di navbera parlamenterên niha li parlamentê wezîfeyê dikin û min de ti cudahî nîne. Meqamên lêpirsînê hewl dide mafê xwe yê darizandinê biparêz e. Weke endamekî saziya qanûndanînê, divê ez jî mafê xwe yê qanûndanînê biparêzim. Bi biryara dadgeriyê re erka min a qanûndanînê ku destnedana wê heye, bi zorê ji destê min hatiye girtin."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş anî ziman, nivîsa ku bûye mijar ji darizandinê re, li ser komkujiya li Cizîrê ye û got, "Hevalên me li ser Cizîrê bi Wezîrê Tenduristiyê û Serokwezaretiyê re hevdîtin kirin. Ji bo ambûlans ji mirovên li jêrzemînan asê man, bi Wezareta Karên Hundir re hevdîtin hat kirin. Dema ambûlans diçûn, gule lê dihat reşandin. Bi Mehmet Yavûzel re ku yek ji sivîlên li jêrzemînan asê man, hem wekîlan hem jî wezaretê bi rêya telekonferansê pê re axivîn. Di dema vê axaftinê de Yavûzel digot, 'dema ambûlans xwe nêzî kolanê dike, gule lê tê reşandin, destûr nayê dayîn em derkevin'. Wezîrê Karên Hundir ê wê demê ji hevalên me re gotibû 'beşek ji hêzên ewlekariyê li wir hene ku bê kontrol in û li fermanê guhdarî nakin'. Banga min li Mêrdînê kir, ji bo rizgarkirina sivîlên li wir bû."
Demîrtaş destnîşan kir, ku kuştina sivîlan li Cizîr, Nisêbîn û bajarên din, zemîn ji darbeyê re amade kiriye û got, "Eger hikûmetê li me guhdarî bikira, wê bûyerên Cizîr, Şirnex û Nisêbîn ên bingeh ji darbeyê re amadekirin, rû nedabûna."
Demîrtaş ragihand, berpirsyariya wijdanî û hiqûqî ya bûyerên li Cizîr, Nisêbîn û Şirnexê li stuyê hikûmetê ye û got, "Têkildarî bûyerên li Cizîr, Şirnex û Nisêbînê qewimîn, pirseke bi tenê jî ji darbekaran nehatiye pirsîn. Wê baş be ku li hevalên min ên parlamenter ku di vê demê de bi wezaretan re hevdîtin kirin, bê guhdarîkirin. Ez dixwazim ji wezaretê were pirsîn, ku çend ji qeymeqam, walî û fermandarên li herêma Şirnex Cizîrê wezîfe dikirin tevlî darbeyê bûn û çend ji wan bi endametiya 'FETO' tên darizandin. Dixwazim navê wan tevlî dosyayê were kirin."
Pişrtî parastina Demîrtaş, parêzeran daxwazên xwe yên li ser dosyayê pêşkêş kirin.
Rûniştina dozê dewam dike.