Sêrtî: Em qeyûm nas nakin
Şêniyên Sêrtê li ber desteserkirina Şaredariya Sêrtê rabûn. Nûnerên gelên Kurd û Ereb dibêjin, "Em qeyûm nas nakin. Ev yek darbeya li vîna me ye."
Şêniyên Sêrtê li ber desteserkirina Şaredariya Sêrtê rabûn. Nûnerên gelên Kurd û Ereb dibêjin, "Em qeyûm nas nakin. Ev yek darbeya li vîna me ye."
Hevşaredarê Bajarê Sêtê Tûncer Bakirhan, di 16.11.2016'an de ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirk ve ji wezîfeyê hat kirin û piştî binçavkirinê hat girtin. Gelên li Sêrtê dijîn nerazîbûnê nîşanî vê yekê didin.
Ji şêniyên bajêr Sevda Basût diyar kir, ew qeyûmê Wezareta Karên Hundir qebûl nakin û got, ev darbe bêhurmetiya li jinan û sîstema hevserokatiyê ye.
Basût wiha dewam kir: "Ez vê darbeyê weke bêhurmetiyeke mezin a li vîna gel dibînim û dixwazim gel nerazîbûnê nîşanî vê bide. Xuya ye dewleta ji mejiyê mêr nikare xwe bi ti awayî li sîstema hevserokatiyê rabigire, li her qadê hewl dide jinan bêdeng bike û bi rêya qanûnan dixwaze vîna jinê bikuje. Lewma divê jin bi taybetî li dijî qeyûm rabin, bi awayî qeyûm qebûl nekin û sekneke xurt nîşan bidin."
Kamûran Kalkan ê ji gelê Ereb jî da xuyakirin, ku ew ji kar û keda Hevşaredarê xwe Tûncer Bakirhan gelekî razî ne û destnîşan kir, ku tayînkirina qeyûm, desteserkirina vîna wan e.
Kalkan di destpêkê de karkerên di kana li Şîrwanê jiyana xwe ji dest dan bibîr anî, ji malbatên wan re sersaxî xwest û got, "Ez di rêveberiya HDP'ê ya bajêr de cih digirim û bi xwe Ereb im. Serbilind im ku di bin sîwana vê partiyê de cih digirim. Ez, qeyûmê li Şaredariya Sêrtê hatiye erkdarkirin şermezar dikim. Hevşaredarê me Tûncer Bakirhan gelekî xizmet li Sêrtê kiriye. Ev darbeya hatiye kirin, ne ya qebûlkirinê ye. Lazim e hemû gelên li Sêrtê dijîn, li ber vê darbeya li vîna gelan hatiye kirin, rabin."
Dayika Aştiyê Vetha Kaçar a 60 salî, qeyûmê ji aliyê Erdogan ve li şaredariyê hate bicihkirin û girtina hevşaredarê bajêr, şermezar kir.
Kaçar diyar kir, ew qeyûm bi ti awayî qebûl nakin û got, "Bi dehan parlamenter û hevşaredarên me ku vîna me ne, her wiha gelek rojnamevan girtî ne. Bila Erdogan bi vê zanibe, ev hewldan û biryarên dîkta wê jê re nemîne... Divê ji bîr neke; yên ku zilm kiriye di her serdema dîrokê de hatine cezakirin. Erdogan jî dawî li hikumdariya xwe tîne."