Nûçeya Lezgîn: Ji Rêveberiya Tevgerê di salvegera merasîma şewitandina çekan de daxuyaniya girîng

Li Rojava serevanî her roj bêhtir berbelav dibe

Xebatên ekonomiya civakî û têraxwekirinê ya ku piştî şoreşê li Rojava hatine destê pê kirin fekiyên xwe didin. Beriya niha serevaniya ku kêm dihate kirin van 2 salên dawî her baş berbelav bûye.

Serevaniya ku li Girgê Legê, Tirbespiyê û Serêkaniyê bi awayekî navendî tê kirin dikare pêdiviya şîniyên zivisitanê yê Kantona Cizîrê dabîn bike. Bahoz  Amed, berpirsê serevaniya li Girkê Legê diyar kir, hilberîna sereyê amborga jî were danîn, rê li ber zêdebûna bihayê girtine.

JI QEDEXEYÊN REJÎMÊ HETA ROJA ÎRO

2012’an dema ku şoreşa Rojava dest pê kir, gelê Rojava pir tengezar bû. Ji hêlekê ve Tirkiye, ji hêla din ve PDK û ji hêla din jî rejîma Beas a Sûriyê û komên 'OSO'yê yên wê demê amborgoyeke mezin li ser Rojava danîn. Her wiha ji ber polîtîkayên taybet ên rejîmê çandina şînî û xebitandina zeviyan a bi vê mebestê hatibû qedexekirin. Ji ber sedema ku dexlê ku hatî rakirin di depoyên rejîmê de dihate sekinandin, sala pêşî ya şoreşê gelê Rojava bê şînî, fêkî û nan derbas kir.

Li gel zad ji bo wesayitên bi motor dîtina sotemeniyê jî dijwar bû.

Tevî van hemû neyêniyan jî li Rojava di serî de ekonomiya civakî, di gelek hêlan de lêgerînan berdewam kir. Erdên ku berê rejîmê ji çandiyê re girtibûn li çandiniyê hatin vekirin û ji bo hilberandina şîniyên ku herî pir pêdivî pê hene xebat hatin destpêkirin.

Li Rojava xebatên sereyê ku bi beriya bi 2 salan ji bo pêdiviya zad were dabînkirin hatibû destpêkirin, niha hatiye wê astê ku pêdiviyên kantonan dabîn bike. Her wiha li kantonên Efrîn û Kobanê jî serevaniyê dest pê kir.

Li Girgê Legê ku serevanî herî berbelav tê kirin, îsal li ser erdekî 21 donimî, bi dirêjahiya 102 metroyî û berfirehî 51 metroyî, 51 sera hatin danîn.

BI DEHAN KES DIXEBITIN

Serevaniya ku par li Girkê Legê ji bo ceribandinê hatibûn destpêkirin, îsal bêhtir bi plan tê kirin.

Li serayên li ser 21 donim erdî ji bo avdan, şitldanîn û guhertina hewaya wê 32 karker, 3 mihendisê ziretê dixebitin. Her wiha ji bo hilberînên ji serayê bigihînin jî ajokar û wesayitên wan hene. Her wiha dema ku berhemên serayan têne rakirin jî rojê bi  hindikayî 40 kes dixebitin. Li van sereyan bacanê sor, îsot, bacanên reş, kundir, tirozî, fasoliyên şîn, pîvaztirk, bexdûnis, reşal, marol û roqa têne rakirin.

TÊRÎ RIMÊLAN, GIRKÊ LEGÊ Û DÊRIKE DIKIN

Tê diyarkirin, berên ku ji van serayan têne rakirin zivistanî têrî Dêrik, Rimêlamn, Girgê Legê û gundên wan dike.

Berên serayê yên Tirbspiyê jî têrî Tirbespiyê, Til Hemis, Tel Barak, Qamişlo, Amûdê û Gundên wê, yên Serêkaniyê jî têrî Dirbesiyê, Tel Temir, Zirgan û Hesekê dike.

Her wiha li derveyî sê navendên ku hatine diyarkirin, li gelek gund û bajarokan serayên biçûk ên girêdayî komîteya ekonomiya civakî hene.

Berpirsê serayên Girkê Legê Bahoz Amed diyar kir ku bi berên wan, amborga jî li ser wan were danîn wê pêşî li zêdebûna buhayên bigirin û diyar kir ew bi berên çandiniyê dixwazin pêşî lig elek nexweşiyan jî bigirin ku gefê li tendiristiya civakê dixwin. Ahmed diyar kir ku di salên pêş de ew dixwazin serevaniyê li tevahiya Rojava berbelav bikin û pêdiviya şînî û fêkî ya herêmên Ereb jî dabîn bikin.

Ahmet got ew her tiştî gav bi gav dikin û wiha domand: "Em projeyên mezin dest pê nakin û piştre ku em encamên li gorî dilê xwe nestînin dev jê naqerin. Me ew rêbaz guherandin. Par jî me pêşî ceriband. Piştî ku me encam stand me projeya xwe mezin kir. Di salên pêş me de em difikirin ku pêdiviyên şînî û fîkî yên bajarok, gund û bajarên Ereb ên nêzî me jî dabîn bikin. Em ne ji bo kar dikin. Em dixwazin giringiya ekonomiya civakî nîşan bidin. Em dixwazin wê hişmendiya ku civak têra xwe dike, nîşan bidin. Gel dema ku kirinên me dibîne ew jî dixwaze bibe parçeyek ji vê hilberînê. Ji bo vê jî gelê me ji bo ku bi çavê xwe dibîne hem qanih dibe û hem jî hewl dide bi ser bikeve û têra xwe bike."